Alî Tekbaş: Strana Folklora Kurdî Giyanê Kelpora Kurdî Ye

Di çalakiya bi navê Mûzayîk de li New Yorkê, stranbêjê kurd Alî Tekbaş jî beşdarî vê çalakiyê bû, ku tê de çend stranên kurdî pêşkêşî mêvan û hunermendên biyanî kir.

Alî yek ji damezrînerên koma Lawje ye, ku bi salan li ser pêşkêşkirina strana folklora kurdî xebatan dikin, û bi awayekî ciwan û nûjen, giyanê sitranên bapîran geş kirin.

Alî dibêje: "Em stranên xwe ji çavkaniyên wan dertînin, bi serdana gund û bajarokên herêmên kurdî û bi taybetî herêma Colemêrgê, û ji devê dengbêjan em wan tomar dikin û li ser wan kar dikin da ku bi awayekî ciwan û bedew bê der."

Her wiha jî, li ser vê çalakiyê got ku, ew bi şanazî beşdarî vê çalakiyê bûye, û derfetek pirr baş e ku strana kurdî bi cîhanê re bê parvekirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng- Elî Tekbas-4-8-2019-LA.wav

Your browser doesn’t support HTML5

Lawje- Çemê Zaxo.wav

Your browser doesn’t support HTML5

Lawje- Heseno wêlî.wav

Your browser doesn’t support HTML5

Lawje-Hey Hey Delalê.wav

Your browser doesn’t support HTML5

Lawje-Memyane.wav