Du xwenîşanderan îro li pêş Balyozxaneya Îraqê ya li Kopenghang ya paytexta Danîmarka, Quran şewitand.
Xwenîşandera endamên koma ‘’Welatperwerên Danîmarkî’’ ne.
Di protestoyê de, xwenîşanderan berê Quran xist bin lingên xwe û dûre jî li ber ala Îraqê şewitand.
Wê komê hefteya borî jî protestoyeke wek vê li dar xistibû û ew ji Facebookê bi awayekî zindî weşandibû.
Bi hezaran Îraqîyan pêr Şemîyê jiber protestoyan li Danîmarka û Swêdê yên ser şewitandina Quran’ên poresto li dar xistibûn.
Rêberê Olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaney jî roja Şemîyê gotibû ku kesên li hember Quranê bê rêz tevdigerin divê cezayên herî giran re rûbirû bimînin.
Hefteya borî, piştî li Swêdê Quran hatibû şewitandin, xwenîşanderên li Îraqê li pêş Balyozxaneya Swêdê kom bûbûn û êrîş biribûn ser avahîya wê.