Dadgeha Tirk Biryara Berdana Demîrtaş Da

Dadgeheke Tirk îro Duşemê bi yekdengî biryara berdana sîyasetvanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş da.

Lê, parlamanterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik ragihand ku jiber ku Demîrtaş ji dozeke din ceza xwariye, loma dibe ku ew ji zindanê neyê berdan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve li zindana bajarê Edîrne ya li rojavayê bakurê Tirkîyê tê girtin û 142 sal cezaya zindanê ji wî re tê xwestin.