Pêşhilbijartinên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bo dîyarkirina hev berbijarên xwe yên şaredarî û meclîsa şaredarîyan bilî çend navendan îro Sêşemê bi dawî bû.
Endamê komîsyona hilbijartinê yê DEM Partî li Amadê Salîh Tekîn îro ji Dengê Amerîka re pêyvajoya pêşhilbijartinan partîya xwe nirxand.
Tekîn dîyar kir ku ew wek DEM Partî pêşhilbijartinên dîyarkirina berbijarên xwe wek “mihrîcana demokrasîyê” bi nav dikin û gel bi coşeke mezin tev li wê peyvajoyê dibe.
“Partîya me DEM Partî li 98 navendan biryara pêşhilbijartinan dabû. Lê, jiber hin sedemên teknîkî û şertên hewayê me li 87 cîhan pêşhilbijartin darxistin. Bi awayekî giştî pir bi coş, demokratîk wek şahiyeke gel derbaz bûn, “Tekîn got.
DEM Partî eşkere kiribû kesên ku ji sedî 50+1 dengan wergirin wê bibin berbijar û li cîhên din wê dora duyê ya hilbijartinan werin darxistin.
“Ji zêdetirî 50 navendan pêşhilbijartin bi dawî bûn û berbijarên me dîyar in. Li cîhên ku ti kes ji sedî 50 + 1 dengan bi dest nexe, dora duyê ya hilbijartinê têne kirin yan wê vê hefteyê werin kirin. Her du berbijarên ku di dora yekê de herî zêde deng bi dest xistine di dêngdana dîyarker de pêşwazîyê dikin.“
Tekîn, ku hevdem endamê meclîsa navendî yê DEM Partî ye, dibêje ku pêşhilbijartin ji berê wek pîvaneke serekî nirxeke partîyê bû, lê heya niha wan wek sîyaseteke yan stratejîyeke serekî nikaribûye derxinîn pêş.
“Hem jiber givaştin, girtin û astengîyên ser me, hem jî jiber kêmasîyên navxweyî heya niha me wek sîyaseteke yan stratejîyeke serekî pêşhilbijartin bi kar naynî. Lê, piştî hilbijartinên giştî yên di 14’ê Gulanê de, ser rexneyên gel me pêyvajoya xwerexnekirinê da destpê kirin.. Pêşhilbijartin wek encama serekî ya rexnedayîna me ye.“
Tekîn herwiha anî ziman ku yek bingeha siyaseta DEM Partîyê demokrasîya radikal e ku beşdarîya rasterast ya tevahîya pêkhatîyên civatî dike armanc, wek jin, ciwan, komên kêmasî yên olî û etnîkî.
“Em bawer dikin ku bi stratejîyeka pêşhilbijartinan wê demokrasîya ji cîh ve û raste rast di navak civakê de wê belav û xurt bibe. Emê ber bi sîstemek demokratîk, aligirê jinan û xwezayê têkoşîneke hêzdartir bimeşînin.“
Tekîn ragihand ku yek ji xala herî girîng ya pêşhilbijartinên DEM Partîyê bo pêkhatina hevseroktîyê pîvana hev berbijarîyê ye û loma hem bo berbijarîya jinan û hem jî ya bo meran deng hatiye dayîn.
Wî da zanîn ku di pêşhilbijartinên ku di 13’dê Rêbandanê de destpê kirin de zêdetirî 3000 kesan bo berbijartîyên şaredarî û meclîsa şaredarîyan pêşwazî kirine.Tekîn destnîşan kir ku nêzî 100 hezar delege çûne ser sandoqan.
“Delege li gor şênîyên hereman hatin dîyar kirin û ji endamên partîyê, rêvebir û xebatkarên wê, rêvebirên sazîyên jinan, dezgehên sivîl, rêxistinên pişesazî û komeleyan pêk hatin, “ wî got.
Tekîn ku balkişand ku DEM Partî pêşhilbijartinan bo cara yekê bi kar tine û ewê ser pêyvojayê raportên bi hirgûlî amade bikin da ku kemasîyên xwe temam bikin û vê stratejîyekê ji her warî de pêş bikin.
Endamê komîsyona hilbijartinan Tekîn bal kişand ku DEM Partî armanc dike ku stratejîya pêşhilbijartinan di hilbijatinên siberojê de jî bi rengekî berfirehtir û xurttir bi kar bîne.
Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) ku bingeh li Amadê ye, rojeva hilbijartinên Tirkîyê bi taybet jî yên li heremên Kurdan bi xebatên cûrbecûr ji nêz ve dişopîne.
Berpirsê KSC Reha Ruhavîoglu ji Dengê Amerîka (VOA) re pêşhilbijartînan DEM Partîyê wek biryareke bo pêşketina demokrasîya navxweyî û heremî wek gaveke gîrîng dibîne.
“Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş berê çend caran bo dîyarkirina berbijaran girîngî û pêwîstîya pêşhilbijartînan anîbû ziman. Piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê jî revebirên partîyê jiber berbijaran rastî rexneyên tund hatin. Xuya ye ku DEM Partîyê ew pêyvajê nirxandiye û li heremê pêşhilbijartîn mîna rêka serekî eşkere kir."
Ruhavîoglu pêşhilbijartînan ya DEM’ê dibêje ku pêkan e ku bi pêşhilbijartîn bawerîya dengdaran ya bi partîyê ji niha pê ve pirtir xurttir bibe û hevdem beşdarîya sîyasetê jî di nava civakê de bi giştî zêde û teşvîq bike.
“Ger DEM Partî darxistina pêşhilbijartînan wek stratejîyeke serekî bide ber xwe, di warê teknîkî de ser bixebite û mîna sîstemeke pêşkeş bike wê bo sîyaseta Tirkîyê jî mînakeke pir girîng ava bike, “ wî got.
DEM’ê ragihandibû ku partî di pêşhilbijartînan de giheştina ji sedî 5 dengdarên xwe, armanc dike. Lê, li gor çavderîya Ruhavîoglu beşdarbûna pêşhilbijartînan bi rêjeyî kêm bû û DEM Partîyê di vî warî de negiheştîye armanca xwe.
“Biryareke bi lezgîn bû, dibe ku amadekarîyan kêmasî pêk hatibin. Herwîha di nava mirovan de hin guman hebûn ku ka gelo bi rastî encamên pêşhilbijartînan ji hêla navenda giştî ya partîyê ve were qebûl kirin yan na. “
Berpirsê KSC Ruhavîoglu pêşhilbijartînên DEM Partîyê tevî hin kemasîyan wek tecrûbeye erênî dinirxîne û bo xurtkirinê bale dikşîne ser xalan.
“Divê cîh, dem û pîvanên pêşhilbijartînan zûtirin werin dîyar kirin. Amadekarîyên teknîkî divê xurtir werin kirin. Dîyarkirina delegeyan li gor rêgezên şefaf û di demê werin pêşkeş kirin,“ wî got.
Ruhavîoglu pêşbazîya weknehev ya di navbera berbijaran de wek yek ji pirsgirêkên pêşhilbijartînan DEM Partîyê dibîne.
“Wek minak yek berbijar serokê bajar yê partîyê, yek jî cîwanek e ku nû beşdarî sîyasetê dibe. Dengdar yê ku serokê bajar pirtir nas dikin, derfetî wî pirtir in. Lê, yê ciwan têr nas nakin. Dem jî namîne ku ew xwe bide nasandin.“
Ruhavîoglu bo çareserîyê ji DEM Partîyê re di pêşhilbijartînan siberojê de, şêwaza “rêjeya wekhevîyê“ pêşnîyar dike.
Berpirsê KSC Ruhavîoglu herwiha dide zanîn ku wê di lêkolînên xwe yên pêş de, ser pêşhilbijartînên DEM Partîyê bertek û nerînên dengdarên Kurd jî bipirsin û bi raya giştî re parve bikin.
Li ber e ku pêşhilbijartinên DEM Partî vê hefteyê temam bibe û berbijerên wan navendan bi fermî jî werin dîyar kirin.