DEM Partî Berbijarên jibo Bajarvanîya Stenbolê Ragihandin

Berdevika Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro Înê ragihand ku berbijarên wan yên jibo hevbajarvanîya Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ne.

Dogan dîyar kir ku ew bawer dikin ku ewê bi berbijarên xwe aştî û aramîyê bînin Tirkîyê û ewê gelên welêt bi ser kevin.

Meral Daniş Beştaş parlamantera DEM Partî ya Erziromê ye û Murat Çepnî berê parlamanterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Îzmîrê bû.

Li DEM Partî sîstema hevbajarvanîyê heye, lê di pûsila dengan de wê bi tenê navê Meral Daniş Beştaş hebe.

Başak Demîrtaş, ku gotibû ew dikare bibe berbijara bajarvanîya Stenbolê, pêr Çarşemê ragihand ku ew ji berbijarîyê vekişîye.

Çend saetan berî DEM Partî berbijarên Stenbolê eşkere bike, Selahattîn Demîrtaş bi nîvseke ku Başak Demîrtaş ji X’ê weşand dîyar kir ku îradeya hevjîna wî ya ser berbijarîyê jibo nîşana rêka sisêyan bûye.

Dogan herwiha navên hevbajarvanîyê yên 16 bajarên mezin, 40 bajar û 3 bajarok jî eşkere kirin ku li Antalya Kemal Bulbul û Nesîbe Bahadir, li Bursa Kasim Yildirim û Bîlmez Erboga, li Eskîşehîr Gamze Toprak û Suat Başaraner, li Denîzlî Cevahîr Kayar û Hanîfî Yildirim, li Sakarya Engîn Guleser û Emîne Melîs Tantan, li Konya Gulbahar Gunduz û Bulent Kiliç, li Samsun Încî Aydin û Hasan Îlten, li Ordu Zeynep Toptaş Yilmaz û Necmettîn Durmuş, li Trabzon Leyla Uzum û Samedîn Gundogan, li Kayserî Remzîye Erener û Îhsan Sariyar, li Mereşê Fatma Şikyurek û Alî Ardiç û li Meletî Sevîm Şîmşek Bayram û Abdulvahap Ekîm bûn namzetên DEM Partîyê.

Jêder: X