Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro Înê li navenda giştî ya partîya xwe li ser hilbijartinên bajarvanîyê, dîyarkirina endaman û şandina qayuman preskonferansek li dar xist.
“Em bi kelecan in. Di 31 Adarê de wê hilbijartinên şaredarîyê werin çêkirin. Kelacana me jibo rêkirina qayuman e. Me bileta qayuman birîye. Bila qayum ji xwe re cîhekî bigerin, diçin ku derê, ji xwe re çi karî dibînin, ew dizanin.”
Heta niha li ser 48 bajarvanîyên HDP/DEM Partîyê qayum hatibû danîn. Dogan ragihand ku ji vir û pê ve wê demeke bê qayum were jiyîn.
Di hilbijartinên berê de, li ser DEM Partî’yê rexneyeke berçav di warê dîyarkirina endaman de bû. Jiber vê jî êdî endaman wê gel hilbijêre.
Jibo pêşhilbijartinên şaredarîyê wê li 90 navendan hilbijartin werin kirin. Di nav 4 hezar berendaman de, nêzîkî 100 hezar delege wê deng bidin.
“Delegasyona ku ji alîyê gel ve hatiye amade kirin, nêzîkî 100 hezar kes wê di 13-14 vê mehê de herin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin. Di vê derê de wê hevserokên bajar û bajarokan û endamên şaredarîyan hilbijêrin. Ev daxwaza gel bû, em jî vê yekê bi alîkarîya gelê xwe pêk tînin,” berdevka DEM Partî got.
DEM Partî di nav du rojan de wê li herêmên Kurdan endamên hevserokatîyê û meclîsa şaredarîyê dîyar bike. Lê pirseke girîng jî ew e ku DEM Partî wê li bajarên Tirkîyê çi bike? Dogan bersiva vê yekê da.
“Jibo bajar û bajarokên Tirkîyê jî em xebatên xwe didomînîn. Me di demên berê de 28 cîhên ku emê bikevin hilbijartinê dîyar kiribû. Me 7 bajarên din jî dîyar kir. Emê li Enqere, Antalya, Bolu, Konya, Kocaelî, Kayserî û Samsunê jî bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinê şaredarîyê bibin.”
Di preskonferansê de ji Dogan derbarê pirsgirêka Kurd, rewşa nexweşên girtîgehê û Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan hate pirsîn.
“Helwesta partîya me di warê greva birçîbûnê de gelekî zelal e. Heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, li Tirkîyê wê gelek kêşe berdewam bikin. Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rola birêz Ocalan gelekî baş tê zanîn. Lê îro li hember wî tecrîdeke bê hiqûqî tê meşandin. Ez li vir careke din bangî rayedaran dikim ku vê rewşa nehiqûqî ji holê rakin.”
Hêjayî gotinê ye ku di 27'ê Berfanbarê 2023’an de li bêtirî 100 girtîgehan bi sedan girtîyên sîyasî jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd û azadîya Ocalan greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Ev greva birçîbûnê hîn jî didome.
Your browser doesn’t support HTML5