Parlemanterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder roja Şemîyê bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Ev hevdîtin di çapemenîya Tirkîyê de cîyekî berfireh girt û li ser wê gelek nîqaş hatin kirin.
Buldan û Onder roja Yekşemê li ser vê hevdîtinê daxuyanîyeke nivîskî weşand.
“Me di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî. Tenduristiya wî baş bû û moralê wî pir bilind bû. Nirxên wî yên ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ji bo pirsgirêka Kurd girîngiyeke jiyanî bû,” daxuyanîyê got.
Li gor daxuyanîyê, Ocelan gotîye ku, “jinûve xurtkirina biratiya Tirk û Kurd, ji bo hemû gelan bûye erkek dîrokî û girîngiyeke çarenûsî û lezgîn.”
Wî anîye ziman ku, “ji bo serketina pêvajoyê, pêwîst e hemû derdorên siyasî yên li Tirkîyê, bêyî ku li hesabên teng û demkî bên girtin, însiyatîf avaker tevbigerin û tev kariyên erênî bikin. Yek ji zemîna herî girîng a van tevkariyan jî bêguman wê Meclîsa Tirkîyê be.”
Ocalan behsa rewşa Sûrîyê û Gazayê kirîye û gotîye ku, “bûyerên li Gaza û Sûrîyê nîşan da ku çareseriya wan pirsgirêkan ku bi destêwerdanên derve berdewam dikir, êdî nabe werin paşxistin Alîkarî û pêşniyarên opozîsyonê jî ji bo bidestxistina serketinê di karekî rasterast de, girîng e.”
Ocelan qala banga Serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Dewlet Bahçelî kirîye û gotîye ku” ji bo nimûneya nû ya ku ji hêla birêz Bahçelî û birêz Erdogan ve tê pêşxistin, ez jî bi awayekî erênî dikarim û xwedî biryar im ku alîkariya pêwîst bikim. Heyeta me dê vê nîzîkatiya xwe bi dewletê û sîyasetmedarên din re parve bike. Ez amade me ku li ber van tiştan gavên Erênî bavêjim û bangê bikim.”
Daxuyanîy, li ser zarê Ocalan got ku,” dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye ji bo Tirkîyê û herêmê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dewlet Bahçelî amaje kiribû ku “Bila Ocalan were di parlementoyê de di grûpa DEM Partî de qise bike.”
Niha bala gelê Tirkîyê li ser wê yekê ye ka gelo dê destûr were dayîn ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan biçe parlemanê û li wir biaxive.
Your browser doesn’t support HTML5