DEM Partî Bang li Wezareta Dadê ya Tirkîyê Dike ku Rêka Hevdîtina bi Ocalan re Veke

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bang li Wezareta Dadê ya Tirkîyê kir ku rêka hevdîtina bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re veke.

Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan, îro Pêncşemê di preskonferansa li navenda giştî ya partîya xwe de got ku divê Tirkîye rêka diçe Ocalan veke û jibo çareserîya pirsa Kurdan berê xwe bide çareserîyên demokratîk û aştîyane.

Dogan dîyar kir ku Wezareta Dadê Yılmaz Tunç ser pirsên derbarê dema hevdîtina DEM Partî û Ocalan li gor kêfa xwe bersîvan dide.

Wê got ku li ser Ocalan tecrîd heye û divê wezîrê dadê li hember binpêkirina mafên mirovan helwesteke wisa nîşan nede.

Tunç ser hevdîtina nûnerên DEM Partî û Ocalan do Çarşemê got ku ewê demeke guncan diyar bikin.

Wî dîyar kir ku çaverê ye ew piştî danûstandinên budçeyê dema hevdîtinê ragihînin.

Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî 22’yê Cotmehê bang li Ocalan kiribû di komcivîna DEM Partî de banga pûçkirina PKK’ê bike û gotibû ku ew dikare mafê hêvîdarbûnê bixebitîne.

Bahçelî piştre 26’ê Mijdarê gotibû ew dixwazin ku DEM Partî û Ocalan demûdest hevdîtinekê çêkin.

Hevserokên DEM Partî di heman rojê de serî li Wezaretê Dadê dabûn ku jibo hevdîtina bi Ocalan re destûrê bide.

Tunç herî dawî 10’ê Berfanbarê gotibû ku ew jibo dîyarkirina rojeke guncan danûstandinan didomînin.

Jêder: Artı Gerçek, Ajansa Welat