Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li kargeha TUSAŞ ya li Kahramankazan ya Enqerê êrîşeke terorî çêbûye.
Yerlîkaya dîyar kir ku di êrîşa terorî de 3 kes hatine kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûne.
Wî da zanîn ku karbidestên wan yên ewlekarîyê du êrîşvan pûç kirine.
Karbidestên Tirk derbarê hûrgilîyên êrîşê hîn ti agahî nedaye û hîn ti rêxistin berpirsîya êrîşê negirtiye ser xwe.
Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte dîyar kir ku nûçeyên ser êrîşa terorî ya li Enqerê fikar çêkrine.
Rutte got ku ew wek NATO bi hevbenda xwe re û ew hemî rûdanên li Tirkîyê ji nêz ve dişopînin.
Cîgirê Serokê Koma Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî dîyar kir ku dema êrîşê watedar e.
Temellî got ku dema êrîşê dîyar dike ew provokasyon e û got ku ew jiber êrîşê xemgîn in.
Êrîşa li Enqerê li vê demê rast tê ku di rojeva Tirkîyê de atmosfera prosesa aştîyê heye.
Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî di komcivîna partîya xwe de gotibû ku bila Serokê Partîya Karkerên Kurdistan Abdullah Ocalan ji komcivîna DEM Partî banga sekinandina teror û rêxistinê bike.
Li ser van gotinên Bahçelî, Erdogan bi awayekî erênî axifîbû û gotibû ku fersendeke dîrokî çêdibe.
Partîya Gel ya Komarî (CHP) radigihîne ku serokê wan li Amedê danûstandinan dike û ewê ser êrîşa li Enqerê li Amedê bi awayekî demûdest û awarte kom bibin.
Jêder: X, Gazete Duvar, NTV