DEM Partî Danûstandinên Ser Aştîyê Didomîne

Parlamantera Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan li Girtîgeha Edîrne serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli kir.

DEM Partî ragihand ku Buldan, ku endama Şandeya Îmraliyê ye, bi Demîrtaş û Mizrakli re ser ser danûstandinên derbarê çareserîyan axifîye.

Li gor ragihandina DEM Partî, Demîrtaş û Mizrakli dîyar kiriye ku ewê bi hemî hêzên xwe piştgirî bidin peyvajoya danûstandinan.

Şandeya DEM Partî di rojên borî de li Girtîgeha Îmrali du caran bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re kom bû.

Medyaya Tirkîyê dîyar dike ku Ocalan wê bang li PKK’ê bike ku çekan berde.

Serokê Partîya Tevgera Neteweper (MHP) Devlet Bahçelî, ku hevbendê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatê ye, bi qasî 4 mehên berê bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de banga sekinandina PKK’ê bike.

Şandeyeke DEM Partî wê 16’ê Sibatê serdana Herêma Kurdistana Îraqê bike û bi rêberên wir re bicive.

Çaverê ye şandeya DEM Partî piştî danûstandinên li Herêma Kurdistana Îraqê careke din bi Ocalan re bicive.

Jêder: Ajansa Welat, Gazete Duvar