Dibe Kongres Duşemê Benda Destûrî Jibo Nehiştina Trump li Ser Desthilatê Pêşkekş Bike

Polîs li avahiyê Kongresê di dema biserdagirtinê de

Hewldanên hene jibo ku Serok Donald Trump berpirsyar bihê dîtin ji bo rola wî ya di paldana girseya êrîşkar de heyî, ku roja Çarşemê bi ser avahiyê Kongresê de girtbû.

Endamên Demokrat yên Civata Nûneran Şemiyê ragihand ku ew ê Duşemê zû bedna destûrî bo nehiştina Trump li ser desthilatê pêşkek bikin.

Nûner Ted Lieu, Demokratê ji eyaleta California, yê ku alîkarîya darêtina pêşnumayê kirî bo tawanbar dîtina Trump, êvariya Şemiyê di twîtekê de weşand ku di nivîseke de ku 180 hev-sponsor hene, her çende ku tu Komarî di nav wan de nînin ewê bo nehştina Trump li ser desthilatê pêşkeş bikin.

Twît wehaye : Nûkirin li ser nûkirinê: heta niha me 180 hev-sponser beşdar kirin jibo pêşnumaya reşnivîsa derbarê împîçkirinê ku ji aliyê nûner @davidcicilline û min @RepRaskin û komîta yasayî @HouseJudiciary.

Seroka Kongresê Nancy Pelosi û hevalbendên wê bi endêşene û dixwazin ku serokê li ser desthilatê nemîne û bihê avêtin berî ku dema wî 20 Çile bidawî bibe, her çende ne zelale ku Civata Senatoran ku Komarî piranî ne erê bikin.

Roja Înê Pelosî gotbû "Rewşa vî serokê ku nepêgir, divê metrîsdartir nebe û divê em her tiştî bikin da ku em gelê Amerîkî ji êrişa wî ya bêhevseng li ser welatê me û demokrasîya me biparêzin."

Eger ku Trump bo cara duyan bihê Împîçkirin, pêwîstî bi erêkirina Civata Senatoran heye û ew civat ku ji aliyê Komariyan ve tê kontrol kirin heta 19ê mehê (yanî rojekê berî bidawîbûna desthilata serok Trump) dê di bêhinvedanê de be.

Berpirsên Kongresê yên demokrat dîsan bang li Cîgirê Serok Mike Pence kirîye ku rastvekirina mada 25 bo Împîçkirina Tump çalak bikin jiber ku ew rêyek lezgîn tire ku serok li ser desthilatê nemîne, Pence bersiva wê daxwaza demokrat an nedaye, lê ji hevalbendên xwe re gotiye ku ew ne ligel wê hewildanê ye.

Rastvekirina mada 25ê yê destûra bingehîn ya Amerîka ku di salên 60an de hatbû biryar dan, û têde tê xwastin ku desthilata serok bo cîgîrê serok bihê veguhastin dema ku serok nikare karê xwe yê serokatiyê bi dirustî birêve bibe, razîbûn divê bi erêkirina piranya kabîna hikûmetê be. Şirvekar dibêjin, ev dê karek bi zehmet be jiber ku çend rojên kêm ji serokatiya Trump mane, bi her awayî ewê 20 Çile li ser desthilatê nemîne.