10 berbijarên din yên Partîya Demokrat bo peyvajoya hilbijartina seroktîya Amerîka ya 2020’an rû bi rû axifîn.
Nîqaşa ser nijadperestîyê ya di navbera Kamala Harris û Joe Biden, ku berê cîgirê serok bû, deng veda.
Şiroveyên di medya Amerîkî de didin zanîn ku Senatora California Kamala Harris di nîqaşê de bi ser ket.
Berbijarên Demokrat di beşa yekê ya bernameyê de ser sîyaseta navxweyî ya Amerîka axifîn.
Wan bala xwe dan ser bîma saxlemîyê, perwerdekirina bêpere û nîqaşên ser dayîna bacê.
Berbijaran sîyaseta bacê ya rêvebirîya Serok Donald Trump rexne kirin û dan zanîn ku sîyaseta bacê ya heyî tenê bi kêrî kesên dewlemend tê.
Di beşa duyê ya bernameyê de nîqaşên tûjtir destpê kirin.
Senatora California Kamala Harris û Cîgirê Serokê Amerîka yê berê Joe Biden ser nijadperestîyê axifîn.
Harris îdia kir ku Biden bi senatorên nijadperest re peywendîyên baş çêdike û Biden jî got ku wî bi ti awayî pesna nijadperestan nedaye.
Hin berbijarên din ser sosyalîzm û kapîtalîzmê axifîn.
Senatorê Vermont Bernie Sanders, ku bi sîyaseta xwe ya sosyalîst tê nas kirin, Donald Trump bi tundî rexne kirin.
Wî idia kir ku Trump ‘’derewîn û nijadperest e’’ û got du ‘’Amerîkî divê bibînin ku ew çiqas hîlekar e’’
Senator Kirsten Gilibran de jî got ku ‘’Di navbera kapîtalîzm û çavbirçîbûnê de ferqeke mezin heye’’ û got ku ew dijî ‘’kapîtalîzma pûç’’ in.
Dema bername dewam dikir Trump ji Twitterê ‘’Temamê Demokratan destên xwe bo xizmeta saxlemîyê ya bêsînor ya bo bi mîlyonên koçberên qaçax destên xwe rakirin. Gelo em berê bala xwe bidin ser hemwelatîyên Amerîka wê çawa be?’’ nivîsî.
Berbijar bi berdewamî ser kêşeyên koçberîyê, aborîyê axifîn û li gor mijarên din kêmtir jî derbarê sîyaseta Amerîka ya bo derve peyivîn.