Piraniya endamên Kongresa Amerîkî ji êrîşa Hemasê ya meha borî ve bi tundî piştgîriya Îsraîlê dikin, lê ne Cori Bush.
Vê endama partiya Demokrat ya Wîlayeta Missouri bersiva Îsraîlê ji wî şerî re wek "tawana şer" û "helmetên ramalîna nijadî" bi nav kir. Ew yeke di nav çend endamên Civata Nûneran de bû li dijî biryara piştgirîya jibo Isrîlê helwist girt.
Helwesta wê ya negûher, hinek ji xelkê herêma wê tûrre kirin. Dozgerê wîlayetê St. Louis Wesley Bell roja Duşemê dev ji pêşbirkiyê ji civata Sînatorên Amerîkî re berda ji bo berîkanê bi Cori Bush re bike, di hilbijartina pêşîn yên Demokratên li Navçeya Yekê li 2024an, û Demokratên nûxwaz bawer dikin ku ew dê serkeve.
Bush ne bi tenê ye.
Xanim Bush di nav komeke piçûk ya Demokratan de ye ku rastî rexnegiran dibin jiber ku têra xwe piştgirî nedaye Îsraelê, hem berî niha û hem jî niha piştî êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê ya li ser Îsraelê, yan jî weke pêtivî Hamasê rexne nakin.
Li seranserê wan navçeyan, kesên mîna Wesley Bell têne handan heta kû bikevin pêşbirkiya hilbijartinan. Bi taybetî, endamên mîna Summer Lee li Pennsylvania, Jamaal Bowman li New York, Ilhan Omar li Minnesota, û Rashida Tlaib li Michigan dê rastî zehmetiyan bihên.
Van her pênc endamên Kongiresê êrîş û Antîsemîtîzma Hamasê şermezar kirin, lê daxwiyaniyên wan hemûyan ji aliyê piştgirên Îsraîlî ve weke karên azirandinê tên dîtin û alîkariya leşkerî ya Amerîka ji Îsraîlê re rexne kirine.
Cori Bush û Îlhan Omer Îsraîl bi "ramalîna nijadî" tawanbar kir. Summer Lee got ku Îsraîlê "binpêkirina mafên mirovan" kiriye. Û di xwepêşandana dawî de jibo agirbestê, Bowman got: "Em nikarin rê bidin jiyana tu kesî ji holê bê rakirin. Ev tunekirina jiyan û ezmûna Filistîniyan bi dehan sal e didomîne."
Zêdetir li ser vê siyaseta dijwar ya Demokratan ew e ku wêneyek berovajî jî heye bi fişara rû bi rû endamekê mîna Shri Thanedar dibe li Detroit, ku navçeya wî bi piranî Demokratin û bi jimarek mezin ya Musilmanan, lê wî bixwe piştgirî daye Îsraîlê.
Hefteya borî, Encûmena Nûneran bi piraniya dengan biryareka piştgiriyê ji Îsraîlê re pejirand. Bush, Bowman, Lee, Omar û Tlaib di nav 9 endamên Demokratan de bûn ku li dijî biryarê derketin û gotin ku ew biryarname banga agirbestê nake, rêyek ji aştiyê re ne dariştiye, an jî hewcedariya parastina sivîlên Filistînî li Xezayê diyar nekiriye.
Bowman, Lee, Omar û Tlaib jî di nav 17 piştevanên biryara Bush de bûn ku ji rêveberiya Biden xwestin banga agirbestê bike. Rexnegirên wê biryarnameya Bush gotin ku ew amajeyê bi êrîşa bêsedem ya Hemasê li ser Îsraîlê, û rehînên di destê Hemasê de nake, yan jî nîşan nade kû Amerîka Hemasê wek rêxistineke terorîst dide naskirin.
Ev pênc di nav koma Demokrat de wek pêşkeftîxwaz têne hejmartin û ew nûneratiya navçeyên bi hêzên Demokrat dikin, ji ber vê yekê metirsiya sereke li ser nû hilbijartina wan heye ku dê ji rikaberên Partiya Demokrat be.
Helwest Bang li Dijberan Dike
Astengiyên li pêş Bush û yên din jî berî êrîşa Hemasê ya di 7ê Cotmehê de an jî êrîşa Îsraîlê ya li ser Hemasê ya li Xezayê pêk hat, her hebûn. Lê helwêstên wan yên piştî 7ê cotmehê banga dijberên wan li hilibjartinên pêşîn , gûrr kiriye.
Usamah Andrabî, berdevkê Dadmendiya Demokratan got " bi rastî endamên Demokrat ji rêka dengderên xwe û bingehên xwe varê bûne. Ew naxwazin em bi hev re şerekî bikin bi dolarên baca wan."
Andrabi got, mixabin Demokratên Civata Nûneran helwestek tundtir li hember Komîteya Karûbarên Giştî ya Amerîkî Îsraelî AIPAC'ê jibo lêdana Demokratên wernegirt.
Hêşta ne diyar e gelo Demokratên Civata Nûneran dê alîkariya endaman bikin di komkirina diravê kempênên jinûve hilijartina wan li hember dijberên sereke.
Rêxistiya Komîteya Helmetên Kongirêsa Demokratan, dibêje ku renge ew beşdarî pêşbaziyek seretayî bibe da ku endamên kû dijberiya wan heye biparêze, lê çi hûrkarî eşkere nekirin.