159 Rewşenbîr Jibo Doza Kobanê Banga “Serbixwebûna Dadwerîyê“ Dikin

Turkey Elections Demirtas

Li Tirkîyê îro Duşemê balyozên berê, dîplomat, wezîr û parlementerên berê, hiqûqzan, akademîsyen, nivîskar, hunermend, jî di nav de 159 kesan bi daxuyanîyeke bal kişandin ser girîngîya Doza Kobanê û daxwaza "serbixwebûna dadwerîyê" kirin.

“Wê di rojên pêş de di Doza Kobanê de biryar were dayîn. Hem di raya giştî ya naxweyî hem jî ya derve ya daxwaza aştî û demokrasîyê dike de wê eşkere bibe, ka desthilatdarî çiqas rêzê li prensîba dadwerîya serbixwe digirê. Jiber ku ev doz, wek di Doza Gezîyê de, yek ji dozên serekî ye, ku dadwerî mîna amûrekî tê kar anîn. Loma, ne tenê jibo DEM Partî û gelê herêmê, jibo siberoja welatê me jî girîng e, ” di daxuyanî de hat gotin.

Doza Kobanê çar sal in li li Enqerê didome û wê di 16’ê Gulanê de, rûniştina 83’an pêk were ku li bendeye ku wê dadgeh biryara xwe eşkere bike.

Di Doza Kobanê ku ev çar sal in didome de 108 endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) têne darizandin, ku di nav wan de hevserokên berê yên HDP Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, rêvebir û parlementerên berê jî hene.

Ew jiber çalakîyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an li heremên Kurdan û bajarên rojavayê Tirkîyê têne darizandin, dema ku koma tundra Dewleta îslamî (DAIŞ) êrîşê bajarê Kobanê kiribû.

Dozgerî, Demîrtaş û siyasetvanên din bi "xirakirina yekîtî û yekparçebûna axa dewletê", "kuştina 37 kesan," tawanbar dike. 108 siyasetvan tevahîya tawanbarîya red dikin.

"Li hemberî min yek delîleke tuneye, ev bûyera tolhildana siyasî ye, em bi awayekî hiqûqî nehatine girtin, em hemû dîlên siyasî ne." Demîrtaş di parastina xwe de gotibû.

“Biryara di Doza Kobanê de divê bibe fîşeka dawîbûna bêhiqûqîyên li welat û serxwebûna dadwerîyê. Divê Doza Kobanê û dozên mîna wê li gor pîvanênhiqûqê werin encam dayîn,“ di daxuyanî de hat gotin.

Di nava kesên ku ev bang îmza kirine de, wergirtê Xelata Nobel yên wek nivîskar Orhan Pamuk, rojnamevan Hasan Cemal, wezîrê Çand û Turîzmê yê berê Ertugrul Gunay û balyozê karkenar Namîk Tan jî hene.

150 imzakeran herwiha daxwaza demûdest berdana Demîrtaş û 17 girtîyên Doza Kobanê kirin, li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa, Komîteya Wezîran ya Konseya Ewrupa.

“Rûdanên siyasî yên dawî nîşan didin ku siyaseta alozdar, bêdadmendî, dijhiqûqtî jibo civakê aramî û baweriyê peyda nakin, herwiha ji xelkê pejirandinê wernagirê. Em hêvîdarin û li bende ne ku biryara Doza Kobanê we bibe sedema avakirina dewleta hiqûqê û aştiya civakî,” di daxuyanî de hat gotin.