Li Tirkîyê Gotinên Erdogan yên Dijî Kavala Û Demîrtaş Çawa Tên Nirxandin?

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan roja Çarşemê dîyar kir ku ew biryarên Komîteya Wezîran ya Yekîtîya Ewrupa (YE) yên bo berdana karsazê xêrxwaz Osman Kavala û sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş nas nake.

Erdogan bi berdewamî got ku ew biryara Yekîtîya Ewrupa li ser biryara sîstema xwe ya dadwerîyê nabînin û Ewrupa dizane, bila bike.

Ev gotinên Erdogan di nav sîyasata Tirkîye de wek rojevekî germ cîhê xwe digire. Gelo sîyasetvan û hiqûqzan ser gotinên Erdogan çi dibêjin?

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Karên Hiqûqê Muharrem Erkek li ser Twitter’ê bertek nîşanî daxuyanîyên Erdogan da.

"Dema ev nûçe dihat weşandin min li Zindana Sîlîvrî serdana Osman Kavala û Selçuk Kozagaçli dikir. Bi rastî jî wî (Erdogan) ji hemû cîhanê re ragihand ku bi van gotinan, girtina van kesan ti eleqeya xwe bi hiqûqê re tuneye û mixabin daraz di bin serwerîya hikûmetê de ye.”

Yek ji parêzerên Demîrtaş Ramazan Demîr jî ser gotinên Erdogan û biryara Komîteya Wezîran ya Yekitîya Ewrupa ya derbarê Demîrtaş û Kavala ji Dengê Amerîka re nirxand.

Demîr dîyar kir ku Tirkîye neçar e ku hem Kavala hem jî Demîrtaş demûdest azad bike û ew ji dosyayên ku jê têne darizandin jî beraat bikin.

“Niha hikûmet jibo ku biryar neyên bicîhanîn li ber xwe dide. Lê tiştek din jî Komîteya Wezîran ya Konseya Ewrupa bi giranî tevdigere. Di bin van şertan de pêwîst bû ku Tirkîye ji endamtîya Konseya Ewrupa de nebûya. Lê em dibînin ku yek jî endamên herî mezin e.”

Demîr bi berdewamî got ku neberdana her du kesan dijî makezagona Tirkîyê ye û gotinên Erdogan yên dijî qanûna bingrhîn ya Tirkîyê dibe sedema neberdana Kavala û Demîrtaş.

Li alîyekî din ve jî yek ji parêzerên Kavala, Îlkan Koyuncu jî ser gotinên Erdogan got ku jiber ku daxuyanîya Erdogan sîyasî ye ew ti daxuyanîyê nade.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş ji Mijdara 2016'an û vir ve bi îdiaya tawanên wek ''Avakirina rêxistina terorê” ''Endamtîya rêxistina çekdar'' û “Propagandaya rêxistina terorê” li Zindana Edîrnê ya bakurê rojavayê Tirkîyê girtî ye.

Kavala jî piştî hewla derbeya leşkerî ya 15 Tîrmeh’ê 2016'an, di 18'ê Cotmeha 2017'an de bi îdiaya tawana “Bi zorê ji holê rakirina hikûmeta Tirkîyê” hatibû girtin.

Your browser doesn’t support HTML5

MEB_12_10_21_Kavala_Demîrtas_Parezer_R_Demîr