Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ragihand ku dê e-mîtîngekê bike.
Li gor twîta Demîrtaş, e-mîtîng dê bi demjimêra herêmî ya Tirkîyê di navbera 19:30 – 21:30 li dar keve.
‘’Parêzerên min dê peyamên ji girtîgehê germegerm bigêhîjinin we. Ez li benda we hemîyan im. Al û pankartên xwe rakin werin’’ Demirtaş nivîsî.
Demîrtaş, ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye û kempeyna hilbijartinê bi rêka parêzerên xwe ji medya civakî dimeşîne.