Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku li Hepsa Edîrne girtî ye, bo serdana berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Înce peyamek weşand.
Demîrtaş ji Înce re spasîyên xwe pêşkeş kirin û da zanîn ku serdana Înce ji peyameke sîyasî zêdetir, mînakeke kubar ya hevkarîyê ye.
Demîrtaş got ku ‘’Bi vî awayî kî di hilbijartinê de bi ser keve jî ewê bi her awayî lihevkirina civakî û çanda aştîyê pêşde here’’
Demîrtaş da zanîn ku ew li hepsê dîlên sîyasî û bi bîr xist ku derveyî hepsê jî bûye girtîgeheke nîv-vekirî.