Sîyasetvanê zindankirî Selahattîn Demîrtaş îro Pêncşemê bang li şoperên xwe kir ku di roja dengdanê de xwedî li sindoqan derkevin.
“Hilbijartin ne karekî dewletî/hikûmetê ye û ne xizmetek e. Hilbijartin biryar dide kî wê dewletê bi rê ve bibe. Loma di pêvajoya hilbijartinê de û di roja dengdayînê de dewlet/hikûmet xwe gavekê dide paş û tenê ewlehîyê misoger dike.”
Demîrtaş bal kişand hilbijartin ji alîyê partîyên sîyasî û hilbijêran tê lidarxistin, loma ew xwedîyê piranîya hêz/mafan in.
“Karê polîsan tenê ewlehîya hilbijartinê ye û dadwer jî tenê cîhanîna qanûnên hilbijartinê kontrol dikin. Nûnerên partîyên sîyasî jî ewlehîya sindoqan û dengên hindurê wan sindoqan misoger dikin. Dema ku jimartin li sindoqa we destpê kir, mafê we heye ku ji hinek dûr ve jimartina dengan temaşe bikin û ku hewce bû, îtîraz jî bikin.”
Demîrtaş bang li hilbijeran kir ku di 14ê Gulanê de tenê deng nedin, herwiha di komîteyên sindoqan de cîh bigirin û di çavdêrî û kontrolkirina prosesa jimartina dengan de cîg bigirin.