Demîrtaş Êrîşa Dijî Partîya Baş Şermezar Kir

Avahîya Partîya Baş ya Stenbolê

Sîyasetvanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş êrîşa dijî Partîya Baş li ser hesabê xwe yê Twitterê şermezar kir.

“Ez êrîşa dijî Partîya Baş şermezar dikim. Êrîşên bi vî rengî qet ji desthilatê serbixwe nayên kirin. Dibe ku hin kes bixwazin bi çek û gefan kempeyna xwe ya hilbijartinê bimeşîne, lê divê her kes bi biryardarî û wêrekî xwe ji bo 14'ê Gulanê amade bike. Bila behna we fireh be, emê bi hevre biguherînin.”

Demîrtaş di twîteke din de jî got ku divê hemî kesên ku dixwazin ji vê desthilatê bifilitin, destên xwe bidin hevdu.

“Bi rastî em li welatekî mîna bihuştê dijîn. Jibo ku em ji vê desthilata ku me bo xatirê kursîyan dike dijminê hevdu, ji aştî û biratiyê ditirse û welêt kiriye wek dojehê, divê em dest bidin hevdu. Tirkîye ya me gîşkan e, Komar ya me gîşkan e, siberojên ronî û delal para me gîşkan e.”

Hêjayî balkişandinê ye ku avahîya Partîya Baş ya Seroktîya Stenbolê îro Înê serê sibê bûbû armanca êrîşeke çekdar. î birine ser avahîya partîyê.

Seroka Partîya Baş Meral Akşener piştî êrîşê ji ser Twitterê bertek dabû Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û gotibû ku di dema desthilata Erdogan de hemî êrîşên dijî sê wê, hevrêyên wê bê ceza mane.