Demîrtaş Piştî Cezayê li Îmamoglu Hatiye Birîn Banga Têkoşîna Hevbeş Dike

Salahettin Demirtas

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji Twitterê ser rewşa dagehên Tirkîyê nivîsî.

Demîrtaş dîyar kir ku cezayê li wî hatiye birîn ji alîyê dadgeha jorîn ve di 41 rojan de hatiye pejirandin.

Wî îdia kir ku dadgehê bi fermana qesira seroktîyê ceza pejirandiye û heman ferman jibo Bajarvanê Amedê Selçuk Mizrakli jî hatiye dayin.

Sîyasetvanê zindankirî dîyar kir ku dîsa jî ne dereng e û divê ew bi hevre têkoşînê bikin û tev bi ser kevin.

Dadgeheke Tirkîyê pêr Çarşemê cezayê zindanê û qedexeya sîyasetê li Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu birîbû.

Opozîsyonê ser biryara dadgehê bi tundî bertek nîşan da û bo piştgirî mîtîng li dar xist.

Rêberên rikeberîyê îdia dikin ku dadgeh êdî li gor daxwazên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan biryarê didin.