Medyaya Tirkîyê radigihîne ku sîyasetvan Selahattîn Demîrtaş, ku di Girtîgeha Edîrne de ye, jiber nexweşîya dîya wî birine Amedê.
Dîya Selahattîn Demîrtaş, Sadîye Demîrtaş jiber nexweşîyê rakirin nexweşxaneyê.
Dermankirina Sadîye Demîrtaş li nexweşxaneyeke taybet didome.
Selahattîn Demîrtaş jibo serdana dîya xwe bike bi firokeke taybet anîn Amedê.
Bavê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş 31’ê Berfanbarê ya 2023’yan canê xwe ji dest dabû.
Jêder: X, Medyascope