Li Herêma kurdî li Sûrîyê welatî gazinan ji tunebûna hin cûreyên dermanan û buhabûna nirxên gelek dermanan dikin.
Hin welatiyên nexweş li bajarê Qamişlo ji Dengê Amerîka re anîn ziman ku derman ne di berdestin, tekez dikin ku ew rojane li dermanên xwe digerin û pir caran peyda nakin , û heger hat peyda kirin jî, dê bi nirxekî pir buha be.
Jêderên derbasbûna Dermanan bo bazarê, ji du rêyên sereke tên, yek ji Dergehê Sêmalka û ya din ji Deverên jêr kontirloa Rêjîmê de .
Dermanfiroş dibêjin ku bazirganên dermanan bi nirxekî buha dermanan difroşin wan.
Derman firoş Nesir Perîk ku dermanxana wî li bajarê Qamişloyê dibêje:
“Pirsgirêka tunebûn û buhabûna dermanan heye, lê sedemê vedigerîne bazirganên Dermanan.”
Bazirganîya Dermanan bi rewşa jêdera wê ve girêdayî ye, wek ku bazirgan dibêjin ku parçeyên ser dermanan bi taybetî yê ku ji deverên rêjîmê tên pir bilin de.
Hozan şêxê xwedî kampanîyek bazirganîya Derman e , dibêje wîzareta tendirûstîyê ya Rêjma sûrî astengîyan pêş veguhestina derman ber bi deverên kurdî de derdixîne pêş .
Li gorî Şêxo ku ev dibe sedem, derman bi hêsanî nagihêjin herêmê .
“Baca gumrikî tune li rojava lê gava em dermanan ji Başûr û Tirkî û Cerablis tînin em bacê didin, ema gava ji Şame em tînin em Heqê veguhastinê didin , bo her kîloyek derman em 600 kaxed didin “
Rêveberîya xweser ji alîyê xwe ve alozaîya dermanan li herêmê bi rewşa sîyasî ve girê dide .
Berpirsên rêveberîyê dibêjin ku dergehên sînorî pir astengîyan derdixînin. Hevseroka Desteya Tenduristiyê li Kantona Cezîrê Dr.Ebîr Hesaf ji Dengê Emerîka re dibêje “desteya wan niha karê firotina dermanan bi rêxistin dike û firotina dermanan ji aliyê wan ve tê şopandin.”
Ji bilî kêşa buhabûn û kêmbûnê pispor dibêjin, pir derman dem ser derbas bû ne derbasî bazarê ddibin, her wisa hin cûreyên wan ne baş in.
Dr.Ebîr Hesaf dîsan got “çavdêrîya bazarê û dermnaxaneyan ji alîyê desteyê ve pir hatîye aktîv kirin.”
Li gorî birêz Hesaf ku bi dehan dermanxane ciza bûne û hatine girtin. Rewşa derman û alozîya wê li herêma kurdî li Sûrîyê bi destpêkirina alozîya sûrî destpêkir ye, û li gorî şopîneran çareyên vê alozîyê bi pêkanîna çara sîyasî li sûriyê bi giştî girêdayî ye .
Li alîyekî din derfetên sînordar yên Rêveberîya xweser têra çarê nake ku alozîya derman bi dawî bike.
Pir cûreyên dermanên taybet û bi taybetî ji bo nexweşiyên giran tune ne . xwedîyên nexweşan neçar dibin ku derkevin dervayî welat , mîna nexweşîyên pençeşêr û kezebê .
Hêjayî gotinê ye ku, hin nexweşî ji sedema rewşa şerê çend salan li Sûriyê peyda bûne weke Sil û Kulêrayê ku bi taybetî li kampên koçberan belav dibin, dermanên van cûre nexweşîyan niha tune ne .
Your browser doesn’t support HTML5