Berdevika Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan got ku ewê dijî biryarên ser Doza Kobanê hevdîtinên dadmendîyê çêkin.
Dogan dîyar kir ku ewê jibo protestokirina biryaran sibê Şemîyê li Edene, Amed û Stenbolê bicivin ku dijî nebûna hiqûqê dengê xwe bilind bikin.
‘’Li hêlekê peyvajoyeke nermkirina sîyasetê, li hêlekê peyvajoya normalkirina peywendîyan û li hêlekê jî nîqaşên ser çêkirina qanûneke bingehîn ya nû heye, lê li hêlekê jî sîyasetvan cezayên giran distînin.’’
Wê got ku ew bi biryarên ser Doza Kobanê nikarin bibêjin ku normalkirina peywendîyan û nermkirina sîyasetê heye.
Di rojên borî de rêberên Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatê kom bûbûn û ser normalkirina peywendîyan û nermkirina sîyaseta Tirkîyê peyamên germ dabûn.
Cîgirê Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Bulent Turan do Pêncşemê ser biryarên Doza Kobanê ji X’ê gotibû ku wan gotiye ku ewê hesab were pirsîn û hesab hatiye pirsîn.
Dogan ser twîta Turan dîyar kir ku ewê hesabê binpêkirina hiqûqê bipirsin.
Berdevika DEM Partî dîyar kir ku sîyasetvanên ku di Doza Kobanê de ceza sitandine îradeyên bi mîlyonan kes in û divê ser wan ji navendên partîyên din biryar neyên dayîn.
Dogan banga beşdarîya li civînên li Edene, Amed û Stenbolê kir û got ku ger ew dijî binpêkirina hiqûqê dengên xwe bilind nekin wê rojên hîn xirabtir werin.
Di Doza Kobanê de jibo ji hevserokên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş 42 sal û jibo Fîgen Yuksekdag 30 sal 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û biryar hat dayîn ku girtîbûna wan bidome.
Jibo Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelli, ku jiber dozê girtî bûn, biryar hat dayîn ku werin berdan.
Jêder: Ajansa Mezopotamya