Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan got ku ewê dawîya hefteyê jibo pêşhilbijartinan li 90 navendan sindoqan deynin.
Dogan da zanîn ku wê jibo dîyarkirina berbijarên bajarvanîyê bi qasî 100,000 delege herin ser sindoqan.
Wê dîyar kir ku ewê li 7 bajarên li rojavayê Tirkîyê jî bi berbijarên xwe bikevin hilbijartinan.
Li gor ragihandina Dogan, DEM Partî li Enqere, Antalya, Bolu, Konya, Kocaelî, Kayserî û Samsunê berbijarên xwe derdixe.
Helwesta DEM Partî ya jibo Stenbolê hîn zelal nebûye.
Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari do Pêncşemê serdana Partîya Gel ya Komarî (CHP) kirin.
Rêberên DEM Partî û CHP’ê li hev kirin ku ew jibo hevkarîya li hin bajaran xebateke hevbeş bimeşînin.
Di hilbijartinên 2019’an de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, li rojavayê Tirkîyê li hember desthilatê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.
Jêder: Ajansa Mezopotamya