Parlamenterê Agirî yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sakik dîyar kir ku dilê Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ti carî ji wan sar nebûye.
Demîrtaş, ku di Girtîgeha Edîrne de ye, 31’ê Gulanê gotibû ku ewê êdî sîyaseta aktîv neke.
Sakik ji Arti TV re dîyar kir ku Demîrtaş parçeyek ji bedena wan e û kurê gelê Kurd e.
"Selahattîn Demîrtaş di dilê Kurdan de ye, bi mîlyonan Kurd. Qîmeteke mezin didin wî, em jî wî wek nirxekî mezin dibînin."
Parlamenterê got ku her çiqas ser Demîrtaş hin rexne hene jî ew berevanîya wî dikin.
Sakik dîyar kir ku ewê hin rexne û daxwazên Demîrtaş hebin ku ewê bi wan gotinan mezintir û bi hêztir bibin.
Demîrtaş piştî hilbijartinên giştî dîyar kiribû ku kî guh nede daxwazên DEM Partîyê ewê têk biçe.
Hevserokê berê yê HDP’ê gotibû ku ger hewcedarî çêbe ewê jibo DEM Partî alîkarîyê bike.
HDP wek bingeha DEM Partîyê tê dîtin. DEM Partî jibo hilbijartinên herêmî yên 2024'an hazirîyê dike ku li gelek bajarên Tirkîyê bi berbijarên xwe dê bikeve di hilbijartinan de.
Jêder: Arti TV