Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan: Emê Dawî Li Qayûman Bînîn

Ayşegul Dogan, Berdevka DEM Partî

Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, îro Sêşemê li Enqerê encama Meclîsa Partîyê (PM) û Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) nirxand.

“Li pêşîy me hilbijartineke girîng heye. Ji ber vê jî di 15-16 Berfanbarê de Meclîsa Partîyê û do jî Destkeya Rêvebirîya Navendî li ser mijara hilbijartinê civîyan. Di herdu civînan de li tevahîya Tirkîyê bi endamên xwe beşdarbûna hilbijartinê hate nîqaşkirin. Careke din dîyar bû ku emê qayûman dûr bixin û serkeftineke mezin bînin,” Dogan di preskonferansekê de got.

Di 4’ê Berfanbarê de Dogan ragihandibû ku ewê li tevahîya bajarên Tirkîyê bi endamên xwe beşdarî hilbijartinê bibiin. Wê ev yek jî wek biryara Desteya Rêveberîya Navendî nîşandabû û gotibû ku encama herî dawî dê Meclîsa Partîyê bide.

Li ser vê biryarê Meclîsa Partîyê li Enqerê civîya û encamnameyeke weşand. Di vê encamnameyê de wiha hate gotin:

“Meclîsa Partîyê li ser mijara ku bi endamên xwe beşdarî hilbijartinê bibin civîya. Di vê civînê de meyla ku em bi endamên xwe beşdarî hilbijartinê bibin bêtir bihêz bû. Meclîsa Partîyê li ser cîbicîkirina vê mêylê jî erka xwe da Desteya Rêvebirîya Navendî û Hevserokan.”

Meclisa DEM Parti

Desteya Rêvebirîya Navendî jî du 18 Berfanbarê civîya. Berdevka DEM Partî encama MYK’yê dîyar kir û ragihand ku li rojavayê Tirkîyê hin cîyên ku bikevin hilbijartinê dîyarkir.

Li gor vê jî, li Edeneyê navçeyên Ceyhan, Seyhan’ê Yuregirê, li Antalyayê navçeya Kepezê, li Mêrsînê navçeyên Akdeniîz, Toroslar û Tarsûsê, li Stenbolê Esenyûrt, Sancaktepe, Adalar, Sultanbeyli, li Aydinê navçeyên Didim, Efeler, Germencik û Soke, li Konyayê Cihanbeyli û Kulu, li Kocaeliyê Dilovasi, li Îzmîrê Torbali, Bayrakli, Menemen, li Manîsayê Golmarmara, Turgutlu, Yunusemre, li Çanakkaleyê Gokçeada, li Tekîrdag Çorlu û Çerkezkoyê ewê namzedên xwe derxin.

Dogan ragihand ku “Ev ne lîsteya dawî ye. Emê dem bi dem xebatên xwe yên komîsyonan bi bîra giştî re parve bikin.”

Di nav çapemenîya Tirkîyê de hin angaşt hene ku CHP wê hin cîyan bide DEM Partî û DEM Partî jî wê li hin bajaran piştgirî bide CHP’ê.

Ev yek jî Dogan hate pirsîn, “Gelo tiştekî wiha heye an na?” Dogan wiha bersiv da:

“Ew kesê gotiye ku CHP û DEM Partî dixwazin lihevhatinek bi hevdu re bikin, em tiştekî wilo nabêjin. Em dibêjin em bangawaziyê dikin ji bo lihevhatina bajaran ava bikin. Bangawaziya me ev e. Em li lihevhatinekê di nava bajaran de digerin. Yanî li Stenbolê jî ev lihevhatin ji bo me girîng e, li Amedê jî giring e.

dema em namzedên xwe diyar bikin. Ji ber vê yekê bangawaziya me ne tenê ji bo partiyeke siyasî ye, ji bo hemû kesên ku dixwazin bi dengê xwe, bi rengê xwe, bi çanda xwe, bi zimanê xwe, bi hebûna xwe, bi nasnameya xwe di rêvebiriya bajarekî de cih bigire bangawaziya me ji bo wan hemû kesan e.”

Your browser doesn’t support HTML5

Rapora Enqerê 19-12-2023.mp3