Piştî Pêşhatên Dawî li Tirkîyê Rewşa DEM Partî Wê Çawa Be?

Li Tirkîyê ji 1 Cotmehê heta niha li ser pirsgirêka Kurd gelek Pêşhat pêk hatin. Muxatebê van hemû jî Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) ye.

Pirsa serekî ew e ku DEM Partî dê li hemberî van Pêşhatan stratejî û planeke çawa bide pêş?

Parlamanter û Cigîrê Grûpa DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît ji Dengê Amerîka re, kar û barên ku li pêşîya DEM Partî radiwestin vegot:

“Pêşhatên dawî ji alîyê Desteya Rêvebirîya me ya Navendî ve bi tevahî hate nîqaş kirin. Piştî daxuyanîyên Dewlet Bahçelî tê zanîn ku qayum hatin danîn. Ev yek jî bandoreke neyînî da ser pêvajoyê. Ji alîyê partîya me ve jî danîna qayuman li ser pêvajoyeke jahrîn hate nirxandin. Ji alîyekî ve danîna qayuman û ji alîyê din ve lêgerîna çareserîyê paradokseke cîdî diafirîne. Jiber vê jî me hewildanên ku dabû pêşîya xwe paşve xistin da ku aramîyek pêk were û em car din li ser bisekinin.”

Di vekirina Meclîsa Tirkîyê ya 1ê Cotmehê de, dema ku Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî destê rêvebirên DEM Partî girt û di 22 Cotmehê de jî gava Bahçelî bangî Serokê PKK Abdullah Ocalan kir, DEM Partî’yê jî xwest pozîsyoneke bigire. Koçyîgît li ser wê yekê jî wiha peyîvî:

“Ger nîyeta rast ya aştîyê hebe û em li çareserîyê digerin. Divê demûdest dest ji danîna qayuman berdin û qayumên heyî ji holê rakin. Hewildana pêkanîna pêvajoya çareserîyê di heman demê de bi danîna qayuman re bi zelalî nîşan dide ku hikûmet di vê mijarê de li ku ye. Hemû gelên Tirkîyê baş dizanin ku bi desteserkirina îradeya gelê Kurd û darbeya li ser sindoqan aştî pêk nayê.”

Piştî axaftinên Bahçelî li Enqerê dijî Pîşesazîya Esmanî ya Tirkîyê (TUSAŞ) êrîşeke çekdarî pêk hatibû. Lê li ser vê yekê jî ji alîyê Tirkîyê ve hin operasyon destpê kirin û li hin cîyan jî yekser qayum hatin danîn.

Rêvebirê Giştî yê Spectrum House Azad Bariş, li ser van pêşhatên dawî û di pêşerojê de rola DEM Partî wê çi bibe ji Dengê Amerîka re şîrove kir:

“DEM Partî ne aktoreke ku vê meselê çareser bike. Aktorê serekî wek Bahçelî jî got Serokê PKK Abdullah Ocalan e û yê din jî Tirkîyê bi xwe ye. Heke di nav van de lihevhatinek çêbibe, DEM Partî dikare li ser wê masê rûnê şahidî bike û hêsankarî çêke. Lê heke DEM Partî bêje em aktorek in, wê gavê wê şaşîyekê bikin. Jibo ku DEM Partî ji alîyê dewletê ve jî ji alîyê Ocalan ve jî cidî nayê girtin. Ya girîng ew e ku DEM Partî navbeynkarîyê bike.”

Di daxuyanîya Desteya Rêvebirinê ya Navendî (MYK) ya DEM Partî de jî hate dîyar kirin ku divê di pêvajoya çereserîyê de hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re were kirin. “Jibo çareserîya pirsgirêka Kurd pêwîst e ev têkilî were pêşxistin, tecrîda li ser Ocalan were rakirin û rewşa tendirurstî, ewlehî, azadî û xebatê were baş kirin,” daxuyanî got.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_11_13_2024_DEM Parti