DEM Partî Wê li Nêzî 200 Navendan Pêşhilbijartinan Encam Bide

DEM Partî

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku roja Duşemê jibo berbijarên bajarvanîyan roja dawî ye.

Berbijar dikarin jibo bajarvanîyê, endamtîya meclîsa bajarvanîyê û meclîsa giştî ya bajêr serlêdanê bikin.

DEM Partî wê serê salê bi pêşhilbijartinan berbijarên xwe dîyar bike.

Çaverê ye ku DEM Partî li dora 200 navendan pêşhilbijartinan li dar bixe.

Ji alîyê din ve, piştî Kongreya Asayî ya 1ê ya Meclîsa Ciwanan ya DEM Partî, ku do Yekşemê li Amedê li dar ket, 42 kes hatine desteser kirin.

Wezareta Dadê ya Tirkîyê Yilmaz Tunç ji X’ê ragihand ku Serdozgerîya Komarî ya Amedê jiber pesindana tawan û tawanbaran û propagandaya terorê ser kongreyê dest bi lêpirsînê kiriye.

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî di kongreyê de axivîbû.

Bakirhan ser 12 leşkerên Tirkîyê yên hatine kuştin gotibû ku ew zarokên feqîr û kedkaran in û dîyar kiribû ku bi tenê nijadperest hez dikin ku şer bidome.

Jêder: X, Ajansa Mezopotamya