DEM Partî bi Rojeva Stratejîya Hilbijartinên Herêmî Civîya

Dem Party

Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ser hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê kom bû.

Civîna bi rêberîya Hevserokên DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li dar dikeve.

Çaverê ye karbidestên DEM Partî di civîna du rojî de ser hilbijartinên herêmî hin biryaran bidin.

Karbidestên DEM Partî wê ser gotinên Başak Demîrtaş yên derbarê berbijarîya jibo bajarvanîya Stenbolê jî danûstandinê bikin.

Başak Demîrtaş di rojên borî de dîyar kiribû ku ger gel bixwaze û DEM Partî jî erê bike ew dikare jibo Stenbolê bibe berbijar.

HDP, ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, di hilbijartinên 2019’an de li Stenbolê li hember desthilatê piştgirî dabû berbijarê rikeberîyê.

Pisporên sîyasetê dibêjin dengên DEM Partî li Stenbolê dîyarker in. Heta niha jî zelal nebûye ku ewê DEM Partî li Stenbolê berbijarê xwe derxe yan ne.

Jêder: Ajansa Mezopotamya