Cîgira Serokê Koma Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît got ku li Tirkîyê 20 mîlyon Kurd hene û divê parlamana Tirkîyê berevanîya mafên wan yên zimanê zikmakî bike.
Koçyîgît dîyar kir ku li Tirkîyê Kurdî li dibistanan dersa zimanê bijartî ye û got ku divê bi zimanê zikmakî perwerde hebe.
‘’Kurdî zimanê zikmakî ye û ev ziman nabe dersa zimanê bijartî. Gava zimanek zimanê bîyanî be, hîngê hun dikarin wî wek zimanê bijartî bibijêrin. Wek Îngilizî, Almanî, Fransî, lê em nikarin zimanê xwe yê zikmakî bikin zimanê bijartî.’’
Wê got ku ew wek DEM Partî perwerde û xizmetên bi zimanê zikmakî dixwazin.
Koçyîgît bi berdewamî got ku hin derdorên bi Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) re tevdigerin dibêjin ku li Tirkîyê kêşeya Kurdî tuneye, lê ew baş dizanin ku nêrîna wan şaş e.
Parlamantera DEM Partî got ku ew bang li wan kesan dikin ku li parlamanê 3 peyîvên Kurdî biaxfin ku bila bînin ka Kurdî serbest e yan ne.
Partîya Doza Azad (Huda-Par), ku bi AKP’ê re hevkarîyê dike, hefteya borî banga bijartina dersa zimanê Kurdî kiribû.
Li gor daxuyanîya Rêvebirîya Giştî ya Perwerdeya Bingehîn ya Wezareta Perwerdeya Tirkîyê li dibistanekê ger herî kêm 10 xwendekar dersa Kurdî bibijêrin, wê dersa Kurdî li wê dibistanê were dayîn.
Jêder: X, Ajansa Mezopotamya