DEM Partî Dibêje Ew Ser Danûstanidên bi Partîya re Geşbîn E

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Înê ser danûstandinên bi partîyên sîyasî yên parlamana Tirkîyê re daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Parlamanterên DEM Partî Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan 28’ê Berfanbarê li Girtîgeha Îmrali bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Ocalan re kom bûbûn û piştre şandeyê bi beşdarîya sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk bi partîyên parlamanê re danûstandin kiribûn.

DEM Partî daxuyanîya ser danûstandinan bi Kurdî û Tirkî weşand.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku partîyên sîyasî û berpirsên wan bi dilgermî û dilnizmî pêşwazîya wan kirine û bi zimanekî avake xem û rexneyên xwe gotine.

‘’Bi kurtasî, ev daxwaz û îrade, ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina pêvajoya pevçûnê, berpirsyariya dîrokî ya xurtkirina yekitiya Tirk û Kurdan, berpirsyariya geşedanên radîkal û jêveneger li Rojhilata Navîn radiweste û destnîşan dike ku Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk zemîna herî girîng a çareseriyê ye.’’

Bi berdewamî di daxuyanîyê de hat gotin ku danûstandinên bi hemî partîyan re jidil û geşbîn derbz bûne.

DEM Partî dîyar kir ku danûstandinên wan yên ligel serok û hevalên wan yên li girtîgehan jî erênî meşîne.

Wê partîyê dîyar kir ku di avakirina aştî û çareserîyê de ewê piştgirîya gel jibo wan bibe hêmana herî girîng.

Çaverê ye şandeya DEM Partî di rojên pêş de careke din serdana Ocalan bike.

Jêder: Ajansa Welat