Cureyê Delta Ya Vîrusa Korona li Hewlêr Û Helebce Belav Dibe

Rêveberê nexweçxana Îmaratî li Hewlêr metirsiya cûreya nû ya bi navê delta ku cureke veguhêze ji vîrusa korona eşkera dike û dibêje herêm di destpêka wêrankariyek saxlemiyê de ye û daxwazê ji welatiyan dike ku rênimyaên xweparastinê bicih bînin.

Di hevpeyvîenekê de bo Dengê Amerîka, Dr. Şaxewan Xeylanî Rêveberê nexweşxana Îmaratî li Hewlêr got, "Mixabin ku ev curê nû yê ku Delta dibêjin, ev cureke koronaye ku bileztir belav dibe, ev du hefteye rêjeya nexweş û pêketiyan gelek hatiye guhertin, niha hejmarek zêde ya pêketiyan di nexweşxanan dane, yên ku li jêr çavdêriyek çirr dane, ew li pêşin bo çavdêriyê, divê ku her kes li gur rênimyên xweparastinê tev bigere."

Xeylanî herwiha got "Niha rewşa nexweşxanan aloze hejmarek zûr ya nexweşan heye û gelek pirrtir bûne."

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Hewlêr Pêketiyên Vîrusa Korona

Derbarê nîşanên cureya delta Dr. Şaxewan Xeylanî got, "Nîşanên delta heman nîşanên vîrusa koronayê ne, tenê zikçûn û serêşîyek zêdetir heye û ta jî girantire û êşana maaîdê jî heye, pirraniya nexweşên vê dawiyê gazincan ji maaîdê û dilrabûnê-veriştinê dikin, dibe ku ev nîşan bin pêketiyên delta ji yên din cûda bike, lê yên din jî heman nîşan hebûn lê bi rêjeyeke nizim tir."

Rewşa Vîrusa Korona li Parêzgeha Helebce

Rêveberîya Giştî ya Saxlemiya Helebce zenga metirsiya zêdebûna pêketiyên vîrusa korona lê dide û îşaretê bi wê yekê dide ku di maweyê 5 rojan de 5 welatiyan li Helbece canê xwe ji dest dane.

Rêveberî herwiha da zanîn ku piraniya kesên nexweş yên li nexweşxanan û di mal de çareseriyê werdigirin, rewşa wan xerabe û ne sabite.

Dr. Şiwan Omer, Rêveberê Nexweşxana Wefa li Helebce di daxuyaniyekê de bo Dengê Amerîka got "Rewşa pêketiyên vîrusa korona li parêzgeha Helebce ne stabile, hejmarek zêde ya welatiyan pêketine, hin kes di mal dane û 20 jî niha anîne nexweşxanê, rewşa her hemîyan nebaşe."

Berpirsên saxlemiyê li herêma Kurdistana zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa korona li herêmê vedigerînin bo nêzîkbûna civakî ya di rojên cejnên qurbanê de û herwiha hatina hejmarek zêde ya geştiyaran ji başûr û naverasta Îraqê bo herêma Kurdistanê bi armanca bêhnvedan û dîtina seyrangeh û havîngehan û cihên toristîk li Herêma Kurdistanê bi taybet niha pileya germê li seranserî Îraqê gelek bilinde, herî zêde jî li başûr û navenda wî welatî.

Berpirsê nexweşxana Wefa li Helebce dibêje, sedemek din yê belavbûna vîrusa korona wernegirtina vaksînê yr, dibêje li navenda bajarê Helebce nêzî 60,000 rûniştvan hene lê tenê 500 kesan vaksîn wergirtine.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Helebce, Nexweşên Vîrusa Korona Zêde Dibin

Vê jî bixwîne: Vîrusa Korona li Duhok Belav Dibe Û di 4 Rojn de 20 Kes Mirin