Li Dêra Zorê Xwepêşandan Dijî Rejîma Sûrî û Mîlîşyayên Îranî

Li navçeyeke parêzgeha Dêra Zorê roja şemîyê xwepêşandanek derket holê.

Xwepêşandêran li dijî Îran û rejîma Sûrîyê li gundê Êziba anket bilind kirin û slogan avêtin.

Di heman dema xwepêşandanê de, hêzeke koalisyona navnetewî derbazî deverê bû.

Xwepêşanderan doz li koalisyon û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kirin ku elementên rejîma Sûrî û mîlîşyayên Îranê ji wan gundan derxînin.

Çavdêr bawer dikin ku bi zêdebûna êrîşên mîlşyayên Îranê ser bingeha Zevîya el-Omer ya ku HSD û koalisyon lê bicî dibin, rûniştvanên rojhilata çemê Firatê bitirs in ku ew dever bibe qadeke şer.

Çavdêrê sîyasî Dilbirîn Xelo bawer dike ku "wê Amerîka rê nede rejîma Sûrî û mîlîşyayên ser bi Îranê ve ku çemê Firatê derbaz bikin."

Hêjaye gotinê ye ku li rojhilata çemê Firatê li Dêra Zorê tenê heft gund hîn li jêr kontrola rejîm û mîlîşyayên ser bi Îranê ve ne.

Pirranîya xwepêşandêran roja Şemîyê ji wan gundan bûn û doza derketina rejîmê ji gundê xwe kir. Wan herwiha hebûna Îranê wekî dagîrkirin binav kir.

Pispor dibêjin ku hebûna rejîma Sûrî û mîlîşyayên hevalbend aramîya deverê kirine jêr metirsîyê, nexasim ku ew dever li alîyekî din cihê çalakîyên şaneyên DAIŞ'ê ye.

Rojnamevan Hejar El-Seyîd dibêje, "xelkên Dêra Zorê bi hebûna HSD û koalisyonê razî ne û hêza xwe ji hebûna wan hêzan digirin da ku bi tundî dijî Îranê be."

Hêjaye bibîrxistinê ye ku rûniştvanên Dêra Zorê Sunî ne û mîlîşyayên Îranê bi wê yekê tawanbar dikin ku ew hewilên guhertina mezhebên xelkê parêzgehê dikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Zana Omer