Bizavkarên Jîngehparêz jibo Balkişandina Guherîna Klîmayê Derdikevin Kolanên Washingtonê

Bizavkarên jîngehparêz îro Duşemê derketin kolanên Washingtonê û jibo balkişandina ser guherîna klîmayê anku keş û hewayê rêkên serekî yên bajêr ji hatin, çûnê re girtin.

Xwenîşanderan jimareke rêkên girîng yên Washingtonê ji trafîkê re girtin û polîsan hewil da ku ajotvanan bişînin ser rêyên aternatîf.

Di xwepşandaneke nêzî Qesira Sipî de, xwepêşandanan du belem anîn ser cadeyeke mezin ku û dirûşma "Demokrasî tiştekî wiha ye" qerîyan.

Rêkxerên xwepêşandanê bang li hemwelatîyan kiribûn ku neçin kar û xwendingehan û beşdarî protestoyan bibin.

Roja Înê jî bi hezaran kes li seranser cîhanê herikîbûn kolanan û daxwaza demûdest kiryarên jibo pêşîgirtina guherîna keş û hewa kiribûn.

Hêjayî balkişandinê ye ku li bajarê New Yorkê Hilcivîna Kiryarê ya Klîma ya NY berdewam dike.