Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan Hat Girtin

Hevserokê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, bi tohmeta ‘’endamtîya rêxistina terorî’’ hat girtin.

Arslan ser hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya Evrenselê re û parvekirinên xwe yên derbarê Efrînê yên li ser sosyal medya hatibû desteser kirin.

Hevseroka din ya DBP’ê Sebahat Tuncel jî ji Mijdara 2016’an vir ve li Hepsa Kandıra girtî ye.