Dr. Alan Şemo Konferansa Cenevre û Beşdarbûna Kurdan Dinirxîne

Şandeya Desteya Bilind li Moskowê di civîna ragihandinê de xwane dibin Wêne: Hawar News

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Endamê Komîteya Peywendîyên Derve yê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Dr. Alan Şemo li ser paşxistina Konferansa Cenevre’yê dipeyîve.

Birêz Şemo dibêje, hemî alîyên ku rola wan li Sûrîyê heye, dixwazin başdarî vê konferansê bibin. Tevî ku gelek kes ji encama wê ne hêvîdar bin jî, konferans girîng e.

Sîyasetvanê Kurd Şemo radigihîne, Kurd jî wek Desteya Bilind li wê konferansê amade bibin.

Şemo bal dikşîne ku vexwandina Desteya Bilind ya Konferansa Cenevre’yê serkeftina hemî Kurdan e û tê maneya pênasîna Amerîka û hêzên din.

Alan Şemo herwiha dibêje, ew geşbîn e ku tevgera Kurd êdî dora Desteya Bilind kom bibe û tekoşîna xwe bin vê navê bidomîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Alan_Shemo_2