Hevseroka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogulları li Stenbolê ji ber 1 Îlonê Roja Aşitîyê ya Cîhanê serdana Dayikên Aşitîyê kir. Hatîmogulları raginad ku Kurd li Sûrîyê û Tirkîyê statûyeke mayînde dixwazin.
“Îro li her derê Rojhilatanavîn şer didome û pêdivî bi aşitîyê heye. Bi taybet dema em temaşe dikin pirsgirêka Kurd hê jî li heremê wek kêşeke mezin xwe nîşan dide. Jiber vî jî Kurd li Surîyê, li Tirkîyê statûyeke dixwazin. Çereserî jî di vê derê de ye. Heke heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin aşitî jî pêkan nîne were herêmê.”
Hatimogulları li ser pozberîyên ku di navbera Îsraîl û Hamasê de pêk tên jî sekinî û ragihand ku heke ev şer neyê rawestandin pêkane ku tevahîya Rojhilatanavîn têkeve nav alaveke agir û belavî her derî bibe.
Dayikên aşitîyê jî li ser vê rojê rawestîyan û daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin. Dayikan ragihand ku Kurd netewekî qedîm yên vê axêne û bi salane ku li hemberî wan zor û zext têne nîşandayin.
Dayika Aşitîyê Rewşan Dînar ji Dengê Amerîka re ragihand ku dayik bi tevahî aşitî dixwazin:
“Em wek dayikên Kurd, gelên Kurd dibêjin ev şera ku li hemberî Kurdan tê meşandin bila dawî lê were. Bi salane şereke qirêj bi zanetî nayê rawestandin. Xwin xwînê çareser nake, çareserî tenê di aşitîyê de ye. Em li vê derê bangî raya giştî dikin, werin vê şerê em pêkva rawestînin.”
Dînar bangî rayedarên dewletê jî kir û hestê xwe wiha anî ziman:
“Ev pirsgirêk bi tune hesabkirina Kurdan nayê çareserkirin. Em li vir bangî aqilmendê vê dewletê dikim werin vê rojê bikin rojeke biratî, aşitî û çareserîyê.”
Hêjayî balkişandinê ye ku di 1 Îlona 1939’an de cara yekemîn hêzên Almanyayê Polonya dagirkirin. Li ser vî jî Brîtanya û Fransayê bersîva Almanyaya Nazî (Adolf Hîtler) da û Şera Cîhanê ya Duyemîn destpêkir. Netewên Yekbûyî jî jiber ku balê bikşînin ser girîngîya aşitîyê ev roj îlan kirin.
Your browser doesn’t support HTML5