Berdevika AKP Dibêje Dayikên Şemîyê Wê Bikaribin Çalakîya Hefteya 1000'î Bikin

Dayikên Şemîyê di xwepêşandana 700an de ji alîyê polîsan ve tên asteng kirin (Tebax 25, 2018)

Cîgira Serokê Koma Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Ozlem Zengîn got ku Dayikên Şemîyê wê karibin jibo çalakîya bi beşdarîya mezin ya hefteya 1000’î li Qada Galatasaray ya li Stenbolê bicivin.

Zengîn dîyar kir ku ew ser destûra jibo beşdarîya fireh ya li çalakîya hefteya 1000’î ya Dayikên Şemîyê bi Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya û Walîyê Stenbolê Davut Gul re peyivîye.

‘’Dayikên Şemîyê wê 29’ê Gulanê cara 1000’î kom bibin. Gava berê min bi walîyê Stenbolê re jî piştrast kir, ewê karibin bicivin. Jixwe her hefte dicivin, lê wê di rojên pêş de karibin bi beşdarîyeke fireh civîna xwe çêkin.’’

Wê got ku jibo wan êş û xemgînîyên Dayikên Şemîyê girîng in, lê ew naxwazin ku ji wan êşan rêkeke din derkeve û ew jibo karên din werin karanîn.

Dayikên Şemîyê ji X’ê radigihîne ku ew vê hefteyê ser kombûna 1000’î bi hin sazîyên mafên re bernameyên nîşandana belgefîlman û panelan çêdike.

Hunermendê rocka Tirkî, Teoman jibo çalakîya hefteya 1000’î strana ‘’Dayika Min Şemî Ye’’ ya Bandîsta sitra.

"Dayikên Şemîyê bi salan e bi êşên xwe rihê wî xwîn dikin û ez wan bi hezkirin û bi rêzdarî bi bîr tînim," Teoman ji platforma X’ê dîyar kir.

Dayikên Şemîyê ji 27’ê Gulana 1995’an vir ve her Şemî li Meydana Galatasarayê jibo kesên dema desteserkirinê hatine hinda kirin çalakîyên rûniştinê li dar dixin.

Wê koma dayikan îsal Xelata Mafên Mirovan û Azadîyê ya Tahîr Elçî sitandibû.

Jêder: Ajansa Mezopotamya