Davutoglu: Kiliçdaroglu Dibêje Gotinên Umît Ozdag Ne Rast In

Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu dîyar kir ku wî ji Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îdiaya Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag pirsîye.

Davutoglu di Karar TV de got ku Kiliçdaroglu dîyar kiriye ku îdiaya Ozdag yên ser 3 wezaretan ne rast e.

Wî ji zarê Kiliçdaroglu ragihand ku ew û Ozdag bi tenê ser wezaretekê axifîne, lê wan eşkere nekiriye kîjan wezaret.

Ozdag ji malpera T24 re gotibû ku Kiliçdaroglu ser 3 wezaretan û rêberîya îstixbaratê soz daye ku Partîya Zaferê û wan bi awayekî nivîskî li hev kiriye.

Berdevkê CHP’ê Faîk Oztrak jî do Duşemê dîyar kir ku gotinên Ozdag ne rast in.

Partîya Zaferê bi gotinên xwe yên dijî koçberên Sûrî û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) tê zanîn.

Di hilbijartinên serokomarîyê de hem Partîya Zaferê hem jî HDP’ê piştgirîya ya jibo Kiliçdaroglu ragihandibûn ku vê yekê li HDP’ê de hin nerazîbûn çêkiribûn.

Jêder: Gazete Duvar, VOA