Rêvebriya Biden Dê Derfirotina Datayên Amerîkî yên Hesas Qedexe Bike

Kongres li Ser Ewlehiya Datayan radiweste

Rojnameyên Amerîkî ragihandin ku Serok Joe Biden dê roja Çarşemê fermanek cîbicîkar îmza bike ku bi mebesta rêgirtin li veguhastin û firotina daneyên Amerîkîyan bo rêxistinên li welatên wek Çîn û Rûsyayê.

Li gorî fermana nû ya cîbicîkar, hin kategoriyên daneyên hesas yên Amerîkî, wekî daneyên Genomîk, daneyên Biyometrîk, tenduristiya şexsî, cîyên Cografî û daneyên Darayî, dê ji "welatên ciyê nîgeraniyê" re bêne qedexe kirin.

Rayedarekî rêveberiyê roja Sêşemê got ku welatên nîgeran yên weke Çîn, Rûsya, Koreya Bakur, Îran, Kuba û Venezuela ne, û wan qeyd û data hene ku wan daneyên taybet bi Amerîkîyan ve xelet û bo mermên taybet karanîne li gorî malpera Axios.

Û Ferman, Wezareta Dadê teklîf dike ku rêziknameyên da ku daneyên kesane yên Amerîkî neyên firotin û rêgirî li hember hin daneyên weke ciyê cografî yê sazî û kompaniyên Amerîkî yên hesas û ciyê endamên leşkerî neyên destnîşan krin.

Axios got ku ev çalakiya çaverêkirî di wî çaxî de tê dema ku qanûndaner li Kongreyê hewil didin ku qanûnek berfireh derxînin ku tê de taybetmendiya daneyan were parastin û xisûsiyeta kompanyayên Amerîka biparêze.

Karbidestên rêveberiya Biden got ku mebesta tedbîrê ew e ku pêşî li hember metirsiyên ku ewlekariya Netewî ya Amerîkî rast tê bigre.

Karbidestekî payebilind roja Sêşemê di konfêranseke rojnamevanî de got "Kirîna daneyan bi navgînên danûstendinê niha li Amerîka meselek qanînî ye, û ev valahiyekê di ewlekariya netewî de çê dike û divê em kar bikin jibo girtina wan valahiyan."

Karbidestekî payebilind yê Wezareta Dadê ji rojnamevanan re piştrast kir ku saziyên Amerîkî yên ku di firotin û veguhastina daneyan de têkildar in dê hewce be ku soz ji kiryaran werbigirin ku dê firotana wan neçin iukûmet an rêxistinên dijmin.