Da Silva: Koma BRICS'ê Ne Dijî G7 û Amerîka Ye

Serokomarê Brezîlya Luiz Inacio Lula da Silva îro Sêşemê got ku koma BRCIS’ê dijî G7 û Amerîka ne gefxwarinek e.

Da Silva li hilcivîna BRICS’ê ya li Afrîqaya Başûr got ku ew dixwazin ku cîhana başûr bi rêxistin bikin.

‘’Em naxwazin helwesteke dijî G7, G20 û Amerîka nîşan bidin’’

Wî got ku ew bi tevgerên xwe bi tenê dixwazin ku rêxistineke wan hebe.

Rêberê çepgir jibo dewletên BRICS’ê careke din banga karanîna diraveke hevpar kir û got ku ew ne dijî dolarên Amerîkî ne.

Da Silva got ku ew dixwazin bi dirava hevbeş bazirganîya navxweyî hêsantir bikin.

Di BRICS’ê de Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîqaya Başûr hene.

Serokomarê Brezîlya dîyar kir ku ew dixwazin ku hin dewletên din jî bibin endama BRICS’ê lê ew naxwazin ku rewş bibe ya Qûleya Babîlê.

Da Silvan got ku ew bi taybetî dixwaze ku Arjantîn bibe endama BRICS’ê.

Karbidestên Afrîqaya Başûr dibêjin pirtir ji 40 dewlet dixwazin ku bibin endama koma wan.

Jêder: Reuters