Îran 5 Kesan bi Tawana Destdirêjiya Seksî Darve Dike

execution in Iran اعدام در ایران

Li gorî malpera 'Mizan Online' ya girêdayî desthilatdariya dadweriyê, Îranê roja Çarşemê 5 zilamên ku di Gulana 2022’an de bi tawana destavêtina jinekê li bakurê rojavayê welat hatbûn tawanbar kirin hatin sêdaredan.

Malperê got: "5 zilamên ku di Gulana 2022an de jinek revandin û destdirêjî li wê kiribûn, li bajarê Merendê (bakurê rojavayê Îranê) hatin darve kirin.

Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku ew tometbarên ku berê xwedan dosyeyên tawanan bûn, piştî 4 rojan ji tawanê hatin girtin.

Di destpêka Hezîranê de, Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) got ku 282 kes ji destpêka sala 2023an ve li Îranê hatine bidarvekirin, ku hema nêzîke "du caran" ji hejmara darve kirinên ku di heman heyama sala borî de hatine tomarkirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, di nav wan de Amnesty International Îranê di sala 2022an de 582 kes îdam kirine, ku ev hejmara herî zêde ye di nav hemû welatên cîhanê de ji bilî Çînê.

Di destpêka Tîrmehê de, dadweriyê sizayê darve kirinê li dijî 3 mêran pêkanî, yên ku bi tawana bêhişkirina 10 jinan û paşî hatbûn tecawiz kirin, li salona bedewiyê, di dawiya sala 2021ê de.
Sizayên mirinê li Îranê bi giştî bi rêya darvekirinê pêk tê.

Jêder: AFP