Piştî hewildana darbeya leşkerî bi biryara Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li ser civîna Konseya Ewlekarî ya Netewî (MGK) li Tirkîyê jibo 3 mehan rewşa awarte (OHAL) hat îlan kirin.
Îro Pêncşemê bi îlana Rojnameya Fermî êdî ev biryar li Tirkîyê jibo 3 mehan dê pêk bê. Biryara OHAL li gor xala 120'an ya Qanûna Bingehîn hat girtin û bi vê qanûnê din ava artêşa Tirkîyê de gelek guherîn dê bên kirin.
Li gor vê biryarê qedexekirina derketina derve, kontrolkirina benda kesan, wesait yan jî tiştên kesayetî û tiştên wekî suç tê ditin, destdanina ser wan û qedexekirina çapkirin, liberzêdekirin û belavkirina rojname, kovar kare bê asteng kirin.
Herwiha bi vê biryarê êdî hêzên dewletê dê li hemî herêma Tirkîyê li gor biryara xwe bikaribin mafê gel binpê bikin
Serokê Weqfa Beşîkçî Îbrahim Gurbuz di derbarê vê biryarê de dibêje, “divê hemû kes li hember vê hewkildanê be û dibêje rêvebirîyeke sîvil ji îdareyeke leşkeri baştir e.”
Gurbuz di berdewamîya axaftina xwe de got ku "ji hêla demokratîkbûnê de pirsgirêk hene û divê hin qanûn bên guhertin."
Hêjayî gotinê ye roj bi roj hezmara karmendên ku ji kare xwe tên dûrxıstın zede dibe û li gelek sazîyên dewletê bi hezaran kes ji kar hatin avêtin.
Your browser doesn’t support HTML5