Dadgeha Civata Dewletê ya Tirkîyê Daxwaza Betalkirina Biryara Peymana Stenbolê Red Kir

Li ser biryara Serokomarîyê di 20’ê Adarê 2021’an de Peymana Stenbolê hatibû betalkirin û ev yek jî di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin.

Li ser vî jî gelek sazîyan sîvîl serî li Dadgeha Civata Dewletê (Daniştay) dan ku bila daxwaza betalkirina biryara Serokomarîyê neyê erê kirin.

Lê, Daniştay jî piştgirî da Serokomarîyê û betalkirina biryara Serokomarîyê ya di derbarê Peymana Stenbolê de red kir.

Ev peyman di nav raya giştî de wek Peymana Stenbolê tê zanîn, lê navê bingehîn “Peymana Konseya Ewrupa ya Pêşîgirtin û Têkoşîna li Dijî Tundîya Ser Jinan û Malbatê” ye.

Li ser navê Komara Tirkîyê cara yekê di 11’ê Gulanê 2011’an de hatibû îmza kirin û di 24ê Mijdarê 2011’an de jî li parlamentoyê derbaz bûbû.

Li hemberî vê biryara Daniştay biryara partîya desthilatdar, AKP’ê di cî de dît, lê rêxistinên demokratîk û partîyên sîyasî jî li hemberê vê biryarê bertêk nîşan dan.

Cîgirê Serokê Gruba AKP’ê Yilmaz Tunç ev biryar erênî dît û got ku nîqaşên nêhiqûqî yên ser vê peymanê bi dawî hatin.

Lê, HDP’ê berteke tund nîşan da û got ku biryara Daniştayê careke din hiqûq binpê kir.

“Dadgeha Civata Dewletê bi vê biryara xwe rê ji kujeran re vekir. Ev biryar careke din hiqûqa Tirkiyê binpê kir û rê li ber kuştina jinan vekir. Daniştay bi vê biryarê tundîya ser jinê erê kir loma jî em vê biryarê qebûl nakin.”

Serokê Giştî yê Partîya DEVA’yê Alî Babacan jî got ku ger ew bibin desthilatdar, ewê vê peymanê jinûve zindî bikin.

“Biryara Daniştayê dijî hiqûqê ye. Emê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. Dema em qwein ser desthilatê karê yekê ev be ku vê peymanê yekser zindî bikin. Em soz didin gelê xwe emê vê bêhiqûqîyê nedomînin.”

Tevî ku Daniştay daxwaza betalkirina biryara Serokomarîyê ya derheqa Peymana Stenbolê red kir jî nîqaşên ser vê biryarê wê hîn demeke dirêj bidome.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_20_07_2022_Biryara_Encumena_Dewletê