Brîtanya Lêgerîneke Berfireh Didomîne ku Bergumanê Terorê Daniel Abid Xelife Bigire

Karbidestên Brîtanî dibêjn ku lêgerîneke seranser welêt didome ku bergumanê terorê Daniel Abid Xelife were desteser kirin.

Xelife, piştî ku zerevanên girtîgehê bê bandor kiribûn, bi kincên aşpêjekî, di nava maşîneyeke belavkirina xwarinan de ji zindaneke Londonê revîbû û xwe hinda kiribû.

Xelife yê 21 salî berî ku di meha Rêbendanê de hatibû desteser kirin, ji sala 2018an vir ve di artêşa Brîtanî de wek endazyarê tora komputeran dixebitî.

Wî di destpêka vê salê de bi tawanên terorê û tawanên bi Qanûna Sirên Fermî (Official Secrets Act) peywendîdar hatibû sûcdar kirin.

Xelife di Rêbendana 2022yan de, jiber tawaneke din hatibû girtin, lê bi kefaletê hatibû berdan û pişt re careke din girêdayî lêpirsîna terorê ya Scotland Yard hatibû girtin.

Leşkerê berê, ku hemî tawanîn dijî xwe red dike, li ber e di 13ê Mijdarê de bon darizandikeke şeş hefteyî derkeve pêş dadgeha Woolwich Crown Court.