Kosîyên ku Direqisin Nîşan Didin ku Ajal Qada Magnetîkî Wek Nexşeyê Dixebitînin

Dîmenekê kosîyê deryayî

Dîmenekê kosîyê deryayî

Zanyaran dîyar kir ku kosîyên ku direqisin jibo cara yekê îspat kirine ku hin ajal qada magnetîkî ya dinê bi kar tînin ku nexşeyek kesane ya heremên ku herî pir hez dikin û bijarte ava bikin.

Hin ajalên ku li serenserî cîhanê koç dikin - wek teyr, sormasî,kevcal û kosîyên deryayî - têne zanîn ku rêgehên xebi karanîna xêtên qada magnetîkî yên ku ji bakurê Dinê ber bi cemsera başûr dirêj dibin, dibînin.

Zanyaran dizanibûn, ajalên ku ev agahîya magnetîkî mîna qiblename (pusula) jibo dianîn da ku dîyar bikin ku ew li ku ne.

Bi pêzanînên dawîn, zanyar her diçe zêde bawer dikin ku kosî hevdem dikarin nexşeyek magnetîkî çê bikin, ya ku tê de cîhên girîng yên wek hêlîn yan xalên xwarinê jî hene.

Li gor lêkolînek di kovara Nature de ku ji Kayla Goforth ji Zanîngeha Karolînaya Bakur tê rêvebirin, jibo çêkirina wê nexşeyê divê ajalên koçber "koordînatên magnetîkî yên regehê fêr bibin".

Lêkolîn dibêje, lêkolîna yekê "delîlên rasterast peyda dike ku ajalek dikare nîşana magnetîkî ya xwezayî ya herêmek erdnîgarî fêr bibe û bi bîr bîne".

Lê, hîn nehatiye dîyar kirin ku ka ajal çawa vê peyvajoyê rêve dibin.

Lekolîneran dît ku kanîna kosîyan ya çêkirina nexşeyê ji qiblename wan ya hundurîn cuda ye û xûya dike ku du cûreyên "têgihiştina magnetîkî "bi awayên cûda dixebitin.

Jibo test kirinê, zanyaran li kosîyên ciwan danîn nav tankek avê ku dora wê bi qada magnetîkî ya wek Okyanûsa Atlantîkê dorpeç kirin.

Reqsa Kosîyan

Di nav du mehan de her roj, zanyar qada magnetîkî ya tankê, bi beravên Amerîkaya Bakur û Kendava Meksîkoyê diguherandin.

Lê kosîyên tenê dema ku agahîya magnetîkî ya yek ji deveran werdigirtin xwarin wergitin.

Dema ku kosî li benda xwarinê bûn, ew li dora xwe diziviryan, devê xwe vedikirin û di nav avê de diziviryan.

Lekolîneran ev tevgerên kosîyên bi navê " Reqsa Kosîyan," bi nav kirin.

Kosîyan ku dizanîbûn wê xwarin werin dayinê wan, bi coşek pir mezin zêde di tankê de direqisîn.

Lêkolîneran got ku ev "delîlek pir xurt " bû, ku kosî dikarin nîşanên magnetîkî yên "herêmên erdnîgarî yên taybet" fêr bibin.

Di lêkolînê de hat dîtin ku, di testeke nû ya çar meh şûnda de, kosîyan hîn jî dizanibû ku ew li ku derê bireqisin.

Nayê zanîn ku ka ajal çawa li gor vê agahdarîya magnetîkî tevdigerin.

Nêrînek zanyarî ev e ku hin kosî dikarin di dema berteka kîmyayî ya di navbera molekulên hesas yên şewqê de, bandora qada magnetîkî tespît bikin.

Lê dema lêkolîneran hewl dan ku vê pêyvajoyê bi karanîna qadên magnetîkî yên radyoyî asteng bikin, kosî eciz nebûn û li ser heman cîhên xwe, reqsa xwe domandin.

Testeke cûda ya li ser qiblenameyên hundurîn yên kosîyan serketîtir bû.

Di tankekê de ku şertên magnetîkî yên nîvgiravên Cape li Afrîqaya Rojava hatibûn ava kirin, belavokên magnetîkî yên radyoyî da xuya kirin ku qiblenameyên kosîyan li hev dikevin û wan dişînin rêyên rasthatî .

Lekolîneran nirxandin ku "hîpotezek xebatê ya aqildar ev e ku kanîna qiblenameyê xwe dispêre têgihiştina magnetîka kimyay, lê kanîna çêkirina nexşeyê xwe dispêre mekanîzmayek din ya alternatîf."

Ev hîpotez bi jimareke dîtinên tê piştgirî kirin, ku ajalên din yên koçber yên mîna çûk, teyr û sormasî jî dibe ku xwedîyê wergirên qada magnetîkî ya dualî bin.

Jêder: AFP