Teqînek li Paytexta Sûrî Kuştî û Birîndaran li Dû Xwe Dihêle

Di encama teqînekê de roja Pêncşemê li paytexta Sûrîyê Şamê bi kêmî şeşkes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Teqîna ku şevekê berî Roja Aşûrayê pêk hat li texta Seyide Zeyneb ya ku piranîya Şîa ne qewimî, li gor daxuyanîya wezareta karûbarên navxweyî ya Sûrî.

Wezîrê Saxlemîyê yê Sûrî Hesen el Xebeş herwiha ragihand ku 26 kesên ku di teqîna trimbêla bombekiîr de birîndar bûn niha li çend nexweşxaneyan tên dermankirin.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye, got ku di nav kesên kuştî de jinek hebû û sê zarokên wî jî birîndar bûne. Çavdêrîyê herwiha ragihand ku teqîn li nêzîk bingehên mîlîşyayên Îranê pêk hat.

Ev teqîna duwem e di nav hefteyekê de li taxa Seyide Zeyneb. Roj Sêşemê, medyaya dewletê ragihand ku di encama teqînekê de jiber bombeyek bo motorsîlkekî ve hatibû danîn du kesên sivîl birîndar bûbûn.

Ti alî heta niha berpirsîya van êrîşan nexistiye stûyê xwe, lê hikûmeta Sûrîyê dibêje komên terorîst li dû van êrîşan disekinin. Şam hemû grûpên çekdar yên opozisyona Sûrî wekî terorîst binav dike.

Jêder: AP