Medya Dewleta Sûrî Dibêje di Êrîşeke Muşekî de 2 Kes li Şamê Hatin Kuştin

(Arşîv)

Televîzyona dewleta Sûrî ji zarê jêderekî leşkerî ragihand ku di encama êrîşeke muşekî de bi kêmî ve 2 kes îro Duşemê li devera Mazeh ya Şamê hatin kuştin.

Jêderê leşkerî got ku êrîş bi muşekeke dûrkontrolkirî ve li dijî otomobîlekê hate kirin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Heman jêder ew êrîş bi Îsraîlê ve girê da, lê artêşa Îsraîlê heta niha ti daxuyanî neda.

Reuters ji zarê medya dewletê ragihand ku êrîş li Çarxerêya Rojhilat ya nêzî Otela Golden Mazzeh, ku avahîyeke bijarte ya navenda paytexta Sûrî, Şamê qewimî.

Jêder: Reuters