Rêberê ruhanî yî Budîstan, Dalai Lama îro Duşemê dibêje ku gruba Dewleta Îslamî (DAIŞ) zarar dide ola Îslamê, jiber ku rêze li nêrînên din nagire.
Dalai Lama di hevpeyvîna rojnameya La Stampa ya Îtalî de, dide zanîn ku divê dîyalog bi cîhadîyan re hebe.
"Îslam ola aştî ye. Yên ku hember bawerî û nêrînên kesên din bê tolerans in, zîyana herî mezin didin xuşk û birayên xwe," rêberê ruhanî di semînereke ser aştî û aborîyê de li Hîndistanê got.
Dalai Lama da zanîn ku şert û merc çi bin, divê dîyalog bi DAIŞê re jî hebe jiber ku mirov bu guhdarkirin kesên din baştir fem dike û rêz li nerînên wan digire.