Serhed: DAIŞ'ê Şaneyên Nivîstî Hinartine Gelek Herêm Û Bajaran

Serhed Qadir, Rêvebirê berê yê polîsên qeza û nahiyên Kerkuk

Rêvebirê berê yê polîsê qeza û nahiyên Kerkukê Emîd Serhed Qadir dibêje, tevgera DAIŞê zêde bûye û hêzên Îraqê jî di rewşa xweparastinê û DAIŞ di rewşa êrşkirinê daye.

Qadir dibêje, hêzeke zêde ya çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbasî Îraqê bûye û rojane êrişî hêzên ewlekariyê dikin, heta niha çendîn herêm li jêr kontrola wan de hene, şaneyên nivistî çêkirine û ragihandina wê jî heye.

Di hevpeyvîna li gel Dengê Amerîka de, efser Serhed Qadir dibêje "Sinorê di navbera Îraq û Sûriy de nehatiye kontrol kirin, DAIŞ rihet tê û diçe, hêzên Îraqê jî senga xwe xistiye di nava bajar û bajarokan de, ku di heman demê de DAIŞê xwe daye herêmên deşt û gundan û hêzên Îraqê yên pêwîst li wan herêman nînin."

Serhed Qadir zelal dike û dibêje, DAIŞ hertim guherînan di fermandarên xwe yên leşkerî de çêdike, da ku saziyên ewlekariyê nikar bin, zû xwe bigehînin wan, bilez guherîna fermandarên leşkerî yek ji sedeman ewe da ku nikarin têkiliyan bi hêzên ewlekariyê re çê bikin heta ku bikarin pêzanîna li ser rêzxistinê bidizî bigehînin wan.

Herwiha DAIŞ'ê guherînan di yekîneyên endaziyariya leşkerî de jî çê dike, DAIŞê tektîka xwe guhertîye, tecrûbek baş di warê xweparastin, şerkirin û êrîş kirinê de peyda kirîye.

Li gor axiftinên Efser Serhed Qadir, şaneyên nivistî yên DAIŞê bi nasnameyên sexte ketine di nava bajar û bajarokan de, jiber ku hin herêm ji wan re neciyê gomanê ne, fersend ji xwe re dîtiye û xelkek zêde hinartiye bajar û bajarokan û niha jibo kar û çalakiyên xwe gelek feyde ji wan şaneyên nivistî dibîne.

Di dawiya axfitina xwe ya bo Dengê Amerîka de, Serhed Qadir zelal dike, ku qeza Hewîce tevî zincîra çiyayê Hemrîn herêmeke berfirehe, hêzên pêwîst yên jibo şopandina çekdarên wê li wan herêman nînin, 4 salin xelkê wan herêman ji aliyê hêzên ewlekariya Îraqê ve tên kuştin, ev jî dibe alîkar ku kesûkarên wan kuştiyan xwe nêzî DAIŞê bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn li Gel Serhed Qadir